EVRY – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Evry bajarên girêdayî Parîsê hatin gel hev, li ser pêvajoya heyî bi taybet jî li ser geşedanên siyasî yên ku di dema dawiyê de li Kurdistanê rû dide civînek li darxistin.
Civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir, piştre bi axaftinên ciwan û nirxandinan berdewam kir.
Ciwanan bal kişandin ser girîngiya pêvajoya heyî û gotin ku divê şerê li Kurdistanê tenê li qadên gerîla nemîne û li hemû qadan belav bibe.
Di vê çarçoveyê de ciwanan di civîna xwe de biryar girtin ku çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê zêdetir û berfirehtir bikin.