ŞENGAL – Doh balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Behreva yê Şengalê wesayîtek hedef girt.
Yekîtîya Ciwanên Êzidîxanê (YCÊ) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya YCÊ de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a faşist duh êrîşê li ser gundê Bahrava yê Xanesorê kir. Dewleta Tirk a dagirker di dîroka xwe de heta niha bi hemû hêza xwe dijminatiya gelê Êzidî û baweriya wê kiriye. 74 fermanên ku di serê civaka Êzidî de hatî, an dewleta Tirk a faşîst bi xwe pêk anîne, yan jî bi destê hevkarên xwe pêk anîne. Mînaka vê ya herî dawî jî hovîtiya DAÎŞ’ê bû. Dewleta Tirk a faşîst DAÎŞ rêxistin kir û li hemberî civaka me da êrîşkirin. Dewleta Tirk ji bo DAÎŞ’ê seferber bû, piştevaniya wê kir û li dijî civaka me dan êrîşkirin.
Lê, piştî ku DAÎŞ hat têk birin, dewleta Tirk a faşîst li dijî rexistinkirina Êzidxana pîroz ku ji pêşengên wê ciwanên civaka Êzidî pêk tê, ketiye nav êrîş û hewldanên qirkirinê. Lewre niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van êrîşan heyfa DAÎŞ’ê bigire. Tu wate û şîroveyeke din a van êrîşên nîne. Em wekî Yekîtiya Ciwanên Êzîdîxanê wekî pîvanekî bingehin a welatparêzî û şoreşgeriyê di ber parastina her bihustek axa xwe de, xwe di asta yekem de berpirsyar dibînin û ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê PDK’ê re wiha dibêjin:
Em tu carî bi van êrîşên we lawaz nakevin, her ku dilopeke xwîna ciwanên me li ser vê axa piroz tê rijandin hêza me ya parastina axa xwe û destketiyên wê xurtir dibe, em zêdetir bi axa xwe ve tên girêdan, bi me re rihê tolhildanê bilindtir dibe. Li ser van esasan em careke din biryara xwe ya têkoşin û şerkirinê nû dikin û em careke din diyar dikin ku wê ev êrîş û tevahî êrîşên ku li ser civaka me çêdibe bê bersiv nemîne. Em ê ji wan xwefiroşên ax û civaka xwe PDK’ê û dewleta Tirk a faşîst yek bi yek li ser vê axê hesabê bixwazin. Bila ev soza me ya ji civaka me re be. Em dîsa didin xuyakirin, her êrîşên ku li ser axa me ya pîroz tê kirin, bêdengiya dewleta Iraq’ê tê wateya hevkariya wan êrîşan.”