RIHA – Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L’yê zêdetir dibin. Malbata girtî Mehmet Şiyar Karadag bi kargoyê jê re cil û pêwîstiyê şexsî şandin. Cil û pêwîstiyên Karadag nedanê. Dayika wî Saadet Karadag diyar kir ku tevî ku di rêziknameyê de nîne jî pêwîstiyên ku ji lawê xwe re şandine teslîmî wî nehatine kirin û bi hêceta “bi ser du mehan ketiye” kargoyê li wan zivirandine.
Karadag da zanîn ku lawê wê 11 meh berê ji Girtîgeha Hîlwana Rihayê sirgûnî Rîzeyê kirine û pêdiviyên ew ji lawê xwe re dişîne pêdiviyên bingehîn in û lazimtiye û girtîgeh bi awayek kêfî tiştên dişînin paşve tên şandin. Karadag anî ziman ku lawê wê ji bo paşve şandina eşyayên xwe daxwazname daye rêveberiya girtîgehê lê belê bersiva wî nehatiye dayîn û hin tiştên didin girtiyan jî bi du mehan derengî didin girtiyan. Karadag diyar kir ku hevdîtina telefonê ya heftane bi 10 deqîqeyan hatiye sînordar kirin û deqîqeyên dema telefonê kêm kirine û ew dixwazin bê dirêj kirin.