REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê civîna Şerê Gelê Şoreşgerî li darxist.
Bi tevlîbûna dehan ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li bajarê Reqayê Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî de li darxistin.
Civîna ciwanan destpêkê bi deqeyeke rêzgirtin, ji bo giyana tevahî şehîdên şoreşa azadiyê ya Kurdistanê destpêkir. Piştî wê li ser navê koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê, nirxandina rewşa siyasî-leşkerî hate kirin. Di rewşa siyasî de zêdetir êrîşên dagirkeriya ya dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê, û li beramberî wê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derket pêş. Dûvre rewşa herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî bi berfirehî hate nirxandin.
Ciwanên ku beşdarî civînê bûne di nirxandinên rewşa rêxistinî de tekmîla kar û xebatên xwe dan, heman demê de asta kar û xebata ku dane meşandin û bandora wê bi berfirehî nirxandin. Xebata ku di nava mehekê de ji bo amadekariyên di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de hatî kirin wiha ye; Çêkirina Eniyên Şer, Komkirina Dermanan, Dayîna Perwerdeyên Leşkerî, Tendrustî û Fikirî.
Piştî nirxandinên siyasî û rêxistinî ciwanan pişniyar û plansaziyên xwe yên ji bo meha li pêşiya xwe di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de derxistin. Ciwanan ji bo astengiyên ku civak di rewşa awarte de jiyan dike çareser bikin, pişniyarên xwe kirin.
Hemû pişniyar û plansaziyên ku di civînê de hatî derxistin weke biryarekî fermî wê bikeve meriyetê.