ŞENGAL – Duh di saetên êvarê de balafira dewleta Tirk a dagirker ya bê mirov li gundê Behrava yê Şengalê wesayitek hedef girt. Di encamê de 2 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn. Ji bo şermezar kirin û protestokirina van êrîşan ku bi alîkariya PDK’ê li Şengalê tên kirin, bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) meşek hate li darxistin.
Girseya gel ji çerxeriya Mam Zekî ya li Sinunê meşa xwe da destpêkirin û ber bi navenda hêzên Heyder Şeşo yên girêdayî PDK’ê ve meşiyan.
Di meşê de pankartên ku ‘Cihê xwefiroşan li Şengalê nîne’ li ser hatibûn nivîsandin, hatin bilind kirin.
Piştî ku meş gihîşt navenda hêzên Heyder Şeşo, ciwanên Êzidxanê ji bo protestokirina hevkariya wan a bi dewleta Tirk re bi keviran çûn ser navendê û agir berdanê.
Lê çekdarên Heyder Şeşo yên girêdayî PDK’ê bi guleyan êrîşê ciwanan kirin. Di encama êrîşa çekdarên Heyder Şeşo de çend ciwan birîndar bûn. Lê hejmara wan nayê zanîn. Bi mudexeleya dayîkan û Asayîşa Êzidxanê ev pevçûn sekinîn.