NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
– Min li gel Filistîniyan perwerdeya leşkerî dîtîbû. Wê wextê wan behsa girtina kadroyekî xwe dikirin.
-Çawa hatiye girtin, li ku derê hatiye girtin?
-Wexta ku me li gel Filistîniyan perwerde didît, ji bo ku em dersan ji kêmasiyên kadroyê wan derxin, serpêhatiyên xwe ji me re vedigotin. Yek ji rêxistinên Filistîniyan, ji bo wezîfeyek dûr û dirêj a li derveyî Filistînê, kadroyekî xwe perwerde dike. Êdî digihêjin biryarê ku ew kadro dikare wê wezîfeyê baç pêk bîne û bi balafirê wî diçînin welatekî Ewrûpayê. Lê, wexta ku balafir li qada balafirê tê xwarê, ew milîtanê Filistînî diçe destşoyê. Ji destşoyê der tê, lê fermûara pantolonê xwe nagire. Tê di nîvê balafirê de fermûara xwe digire. Lewma, polîsên wî welatê Ewrûpayê
yekser milîtanê Filistînî digirin.
-Rast e heval. Mirovên Rojhilata Navîn hin tiştan pêş çavan nagirin; lewma, em ji hin tiştên biçûk her wenda dikin.
-Bi gotina te yê Hecî. Nêzî sih salî ye danûstandina me û we heye. Eger dostaniya me ya bi salan nebûya, hin hêzên dewletên din an jî hin hêzên rêxistinan li çûna we bûna, dê ez girtibama.
-Tu caran em, wê yekê nakin. Bi salan e me li hemberî endamên PKK’ê pêkanînên wisa nekirine. Û em li dijî berpirsyarên PKK’ê yên fermî vê yekê qet nakin.
Ji xwaringehê heya ber deriyê mala komunê ya PKK’ê, di wesaîtê de qet kes bi hev re neaxifî. Wexta ku ji wesaîtê peya bûn, şofêr jî tê de, her çaran bi kêfxweçî destên hev guvaştin. Lê, ew ê qaşo dostê PKK’ê ye, yê ser rût û xwînsar, di hemû rêwitiyê de bi liv û tevgerên xwe wek bûmekî bû. Dost û şofêr derbasî hundirê mala komunê nebûn. Dostê zikmeşk û xwîngerm piçtî xatirê xwe xwest:
-Em ê piştî du rojan hev bibînin, Heciyê mezin jî dê were hevdîtina heval…
-Ser çavan, em ê piştî du rojan hevdu bibînin…
Di mala komunê ya PKK’ê de hevalek tenê hebû. Rabû ser piyan, hevalê nû yê berpirsyarê PKK’ê bi hemû hêza xwe hembêz kir. Berpirsiyarê berê jî bi serê xwe ji hevalê ku di mal de bû re got:
-Ji te re jî silav.
Piştre, hevalê li malê ji hevalê berpirsiyarê nû re got:
-Sibe û du sibe çend malên dostên me hene, ez ê wan bi te bidim nasîn. Çi dibe çi nabe, ji bo ku tu li vir tengav nebî, pêwîst e, tu wan dostan nas bikî…
-Wexta ku, li Herêmên Parastina Medya, hevalan ez wezîfedar kirim, ji min re gotin, dibe ku li ser sînor hevalê berê yê berpirsyar rê bikin. Ji ber wê, ji min re gotibûn, agahiyên pêwîst ji heval bigir ku tu zehmetiyan nekişinî û perîşan nebî. Heval, beriya ku şîvê bixwin, çû destşoyê xwe şûşt.
Piştî şîve jî qet bi hevdu rê neaxifîn, demek kin li televîzyonê temaşe kirin. Ji ber zor westiyayî bûn, her du heval li ser kursiyan xilma dibûn. Ji ber vê yekê, hevalê li malê ew her du şiyar kirin, gote wan:
-Ji bo we min nivîn danîne, rabin di nav nivînan de binivin.
Her du heval rabûn ser piyan û bi gotina hevalê xwe kirin. Bi çavên xilmaş çûn mezelê ku tê de binivin. Hevalê dîtir heya derengiya şevê, televîzyon temaşe kir. Ew jî di mezelê ku televîzyon tê de bû serpas, ango ser vekirî, bê lihêf nivist. Berpirsyarê nû yê PKK’ê ji berpirsyarê berê bi çavên xilmaş pirsî:
-Heval ew ê ku li sînor li gel te hatibû, yekî ser rût hebû. Ew mirovekî gelekî xwînsar bû, wek marê sar bû. Ew zilam ma dijminê me ye?
-Belê, heval; ew ji dijminan jî xerabtir dijminekî me ye!
-Ji bo çi dijminahiya me dike? Hevalê wî qet ne wisa bû, dev li ken bû.
-Ew ê ku tu behs dikî, yê ku wek bûmekî heya vir li kêleka te rûniştibû; ew zilam li dîjî tevgera me ya azadiyê tiştên xerab dike. Zilamekî wî jî, xwestibû destdirejiyê jina dostekî me bike. Hevalên me jî ew zilamê wî bi mirinê ceza kirin. Ji ber wê, ew zilam wexta ku endamekî PKK’ê, dostekî PKK’ê dibîne, wisa lê tê. Hema dixwaze heyfa xwe werbigire.
Piştî taştê, berpirsyarê nû yê PKK’ê û hevalê ku li mala komunê de, bi hevdu re derketin derve. Ji bo
dîtina dostan û naskirina bajêr du rojan û du çevan heya nîvê şevê her du heval li malên dostan û bajêr geriyan.
Piştî du rojan, sibê zû zenga telefona berîkê lê da. Berpirsiyarê berê yê PKK’ê rahişt telefonê:
-Silav û hurmet Hecî; tu çawa yî, baş î?
-Silav û hurmet heval. Ez ê bêhneke din bêm, hevalê ku nû hatîbibim, ji bo ku bi Heciyê mezin re biaxife. Hûn her du heval jî xwe amade bikin, ji ber êdî hûn ê ji welatê me biçin.
-Hecî, heval dê çawa bi tena serê xwe bimîne? Tu deran, tu kesî jî nas nake. Pêwîst e, yek ji me ligel heval bimîne. Pêwîst bû ez biçûma, lê hevalê dîtir ligel heval bimana. Em wek PKK’ê vê helwesta we tu caran qebûl nakin!..
-Di civîna dawiyê de ku bi hevalê ve re pêk hatîbû, me ev qerar wergirtibû heval. Lewma hûn her du heval jî dê biçin. Wê tenê berpirsyarê we yê nû li vir bimîne.
Heval bê dilî xwe û tund got:
-Baş e Hecî!
Dê Berdewam bike…..