NAVENDA NÛÇEYAN – Rêbertiyê di Newroz’a 2005’an de konfederalîzma demokratîk bi navê Koma Komalên Kurdistanê (KKK) îlan kir û xwe jî wek rêberê vê sîstemê destnîşan kir. Rêbertiyê bi vê kiryara xwe rêxistineke nû
ava nedikir û bi xwe jî nedibû serokê rêxistineke nû. Ji bo wê jî KCK (navê wê yê despêkê KKK) wek rêxistinekî girtina dest şaş e. Zêdetir jî dijmin vî tiştî ji bo sîstema KCK’ê krîmînalîze bike dike. Ev berovajîkirineke desthilatdaran e. KCK navê rêxistinekî nîn e, navê sîstemeke civakî ye. Mirov dikare bibêje ne rêxistin e, rêxistinbûn e. Ji bo vê jî wek rêxistinekî nayê damezirandin, tê înşakirin. KCK li derveyî organ, sazî û rexistina dewletê, organîzasyona civakê ya li derveyî dewletê ye. Tê wateya li derveyî dewletê rêxistinkirina civakê. Koma Civakên Kurdistanê tê wateya ‘konfederalîzma demokratîk a gelê Kurdistanê.’ Wexta tê gotin ‘konfederalîzma demokratîk’ behsa projeyeke cihanî tê kirin. KCK jî di vê projeya cihanî de beşa Kurdistanê temsîl dike. Rêbertiyê di sala 2005’an de konfederalîzma demokratîk îlan kir. Lê heya Rêbertiyê ew îlan kir jî her tim di rojeva wî de guhertin û veguhertinên rêxistinî hebûn. Rêbertiyê pişti 1993’an di hemû kongreyan de mijara guhertin û veguhertinê kir rojevê. Tê zanîn PKK’ê di sala 1995’an de hinek tişt guhert. Lê ev guhertin ne weke guhertinên di roja me ya îro de bingehîn bûn, di wê astê de nîn bûn. Guhertina herî berbiçav piştî parêznameya DMME’ê çêbû. Rêbertiyê di wê
parêznameyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêşxistina qada sêyemîn esas girt. Ango rêxistinên civaka sivîl esas girt. Li gor vê parêznameyê yek civaka kevneşop hebû, ji bo azadiyê têr nedikir. Li kêleka wê, civaka resmî ya dewletê hebû, yek jî civaka sîvîl hebû ku ev civak di navbera herdu beşên civakê de cih digirt. Vaye, me yê bi rêxistinkirina vê qadê pirsgirêkên civakê çareser bikira. Bi vî rengî me ew qada sêyemîn esas girt. Ji bo vê jî me bi taybet jî li Bakur hewl da ku em saziyên civakî ava bikin. Li ser vî esasî me pir zêde saziyên civakî ava kir. Pirsgirêkeke civakî li ku derê hebûya me hewl da ku em li wê derê komele an jî saziyeke civakî damezirînin. Me yê civaka rêxistinkirî bi vî awayî înşa bikira. Ev lêgerîna guhertinê bi vê jî sînordar nema. Rêbertiyê di parêznameya Atînayê de behsa rejîma kongreyan kir û xwest ku tevgera azadiyê bi awayê kongreyan xwe birêxistin bike. Xwest ku ‘Koma Gel’ bê avakirin. Ji ber rejîma kongreyan zêdetir li gorî xwezaya civakê bû, ev şêwe esas girt. Dîsa jî lêgerîn neqediyan û di Parastina Gelekî de Rêbertiyê got ku “bila tu kes bê rêxistin nemîne.” Bêyî ku behsa konfederalîzma demokratîk bike, çarçoveya wê danî. Him li ser parastina rewa him jî ji bo rêxistinkirina civakê, saziyên wê, bi her awayî li ser sekinî. Ev dem di heman demê de dema paradîgmaya nû bû êdî. Êdî bi awayekî rêkûpêk behsa paradîgmaya nû hate kirin. Paradîgmaya nû bi xwe re di şêwazê rêxistinkirina civakê de jî guhertin
anî û divê bianiya jî. Ev tespîta pir girîng hate kirin: madem gel cuda ye û desthilatdar cuda ne; divê rêxistinên wan jî cuda bin. Rêxistina desthilatdaran dewlet e, wê demê rêxistina gelan çi ye, divê çi be? Madem gel nabe dewlet, dewlet a hin kesan e, ya herkesî nîn e, wê demê rêxistina gelan wê çibe? Bersiv di vê çarçoveyê de wek konfederalîzma demokratîk derket holê. Ji bo vê jî Rêbertiyê di Newroza 2005’an de konfederalîzma demokratîk wek rêxistinkirina gel a li derveyî dewletê îlan kir. Êdî lêgerînên Rêbertiyê di derbarê rêxistinkirina civakê de bi encam bûbû. Sîstemeke li gorî xwezaya civakê hatibû peydakirin. Konfederalîzma demokratîk organîzasyona siyasî ya gel e. Ya li derveyî dewletê tê avakirin e. Heke dewlet û gel tiştên ku ji hev cudatir in û gel ji derveyî dewletê ye, divê organîzasyona gel jî hebe û li derveyî dewletê be. Heta organîzasyona gel a siyasî tune be, tişta ku bê serê Kurdan, wê bişibe ya hatiye serê kevneşopiya pêxemberan, şoreşa Ronesansê, tevgerên rizgarî yên neteweyî, ya 1968’an û hwd… Di van mînakan de nerazîbûn heye, heta têkbirin jî heye, lê serkeftin tune ye. Mînak Ronesansê sîstema feodalîzmê serûbinî hev kir û ew têkbir, lê ji ber ku bernameyeke wê ya civakî û siyasî çênebû, bersiva
organîzasyoneke siyasî divê çawa be nehat dayîn, pişt re jî belav bû û destkeftiyên wê ji bo kapîtalîzmê bûn bingeh. Ji bo şoreşên gelan biserkevin, divê li kêleka têkoşînê, organîzasiyoneke civakî û siyasî ya li gorî xwezaya civakê jî hebe. Ango li derveyî dewletê be. Konfederalîzma demokratîk li ser vî esasî hate îlan kirin.
Dê bidome……