NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
Sibê zû heciyê zikmeşk bi telefonê got; piştî saetekê ez li gel we me. Her du hevalê ku berê li vir diman, wê biçin. Bi hevalê nû yê berpirsiyar re jî Heciyê me yê mezin dê were hevdîtinê bike. Her du hevalên ku biçin ji berê de amadekariyên xwe kiribûn. Ji bo ku bi xwirînî bi rê nekevin, bi lez xwirîniya xwe şikandin, taştê xwarin. Di wexta ku Heciyê zikmeşk gotibû; “divê hûn amade bibin,” zenga deriyê malê lê da. Berpirsyarê berê yê PKK’ê derî vekir:
-Kerem bike, Hecî.
-Spas. Hûne biçin, li ser rêka qîr wesayît amade ye. Her du hevalan, bi mirûzekî tirş, gotin: “Baş e Hecî!”
Hevalê xwe yê ku li vê derê wê tenê bimîne jî, bi hemû hêza xwe hembêz kirin:
-Serkeftin heval, li xwe baş binihêre.
-Ji bo we jî serkeftin hevalno! Hûn jî li xwe baş binêrin.
Heciyê zikmeşk, berpirsyarê PKK’ê heya cihê ku hevdîtin pêk were bi taksiyê bir. Di xaniyê şûnê de kes tune bû. Televîzyoneke herêmî, makîneyeke faksê û sobeyek a gaza xwezayî tê de hebû. Heval jixwe mezelên dîtir jî nedîtibû. Heciyê ku dê bi heval re hevdîtin pêk anîba pir, dereng ma. Ji ber vê yekê, heval pir bêzar bû. Serê her kêliyekê, ji Heciyê zikmeşk pirs dikir:
-Hecî, Hecî dê kengî were?
-Karê wî derketiye, ji ber vê yekê dereng maye. Bibexşîne…
-Karên min jî hene Hecî; hem jî gelek kar û barên min ên pewîst hene.
-Ez çi bikim heval? Tiştek ji destê min nayê. Ew çi dibêjin, ez li gorî wan tevdigerim. Ew ji min paye bilindtir e. Ez nevêrim careke din jê pirs bikim û bêjim, Hecî tu çima dereng ma.
Heval jî bê dil û bi hêrs got:
-Baş e Hecî!
Berî nîvro, Heciyê mezin û li gel wî jî yekî din, ji bo hevdîtinê hatin. Bi silavê ketin mezel, bi destê hev girtin. Yê ku pêşî ket mezel; yê dirêj û serê wî heya nîvî rût, gote heval:
-Tu bi xêr hatî, tu çawa yî? Ji bo ku ez dereng mam, li min biborîne.
-Xem nake Hecî, spas tu çawa yî?
-Teşekur dikim, heval.
-Hevalên ku ez nas dikim çawa ne?
-Hemûyan silavên xwe ji bo we şandin.
-Ser seran, ser çavan…
Piştî vê axaftinê demeke kin bêdengiyek ket mezel, kes bi kesî re neaxifî. Piştre Heciyê mezin ê Faris, berê xwe da Heciyê Azerî, yê ku li gel hevdu hatibûn. Bi Farisî got:
-Tu wî nas dikî?
-Na, ez nas nakim. Ez navê wî qet guh lê nebûme. Nêzî sih salî ye ez bi PKK’ê re danûstandinê dikim; lê, ez wî nas nakim. Paşê jî berê xwe da heval, Heciyê Fars:
-Ma, hevalên te çima wisa dikin? Ma ne sih sal danûstandina me heye! Em bi hevdu re çê, xerab dostaniyê dimeşinîn. Di têkiliyên me yen ewqas sal de, ger di navbera me de gelek pirsgirekên ku hîna divê bêne çareserkirin hebin jî, em jî hûn jî, pêwîst e li hemberî hev bi rêz tevbigerin.
-Ez baş tênegihîştim Hecî? Lê, ne PKK û ne endamên PKK’ê, tu caran li hemberî dostên xwe bêrêziyê nakin.
-Binêre heval, hertim berî ku heval an jî hevalên we werin gel me destpêkê sicîlê wan ji me re dişînin. Lê, vê carê tenê navê te şandine. Ji bo çi?
Dê berdewam bike…..