NAVENDA NÛÇEYAN – Konfederalîzma demokratîk ji ber çi derket? Gelo Rêbertiyê dêhna xwe dayê em nikarin bibin dewlet, em di şerê dewletbûnê de serneketin û ji bo vê jî wisa tiştekî li derveyî dewletê ava kir? Na, ne wiha ye! Di bin vê sîstemê de têgihîştineke felsefîk a di asta herî jor de heye. Bi hêza teorik ve girêdayî guhertineke paradîgmatîk heye. Ev sîstem xwe dispêre şêwazê xwendina dîrokê. Ev sîstem ji têgihîştina me ya dîrokê derdikeve. Di encama wê xwendinê de konfederalîzma demokratîk wek çareserkirina pirsgirêkên civakî derdikeve holê. Baş e, ji ber çi pêdivî bi konfederalîzma demokratîk heye?
- Konfederalîzma demokratîk bersiva pêdiviyên dîrokî ye. Têkoşîna me berdewamiya nirxên demokratîk û komunal e. Em bi vî rengî dibin berdevkê nirxên demokratîk û komunal ên dîrokê. Yên di dîrokê de li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz têkoşiyan, qasî tê xwestin biserneketin, encam bidestnexistin. Em jî wek berdewamiya wan, têkoşîna wan ji xwe re dikin bingeh û ji têkoşîna wan dersan derdixin. Ji bo ku em armancên wan pêkbînin, divê em kêmasiyên wan dubare nekin. Em tiştên ku wan nekirine dikin. Li derveyî dewletê hewl didin ku gel bikin hêz. Gel birêxistin bikin da ku sîstema gel a li derveyî dewletê ava bikin. Navê vê rêxistinbûnê jî konfederalîzma demokratîk e. Bi vî awayî ji bo daxwazên bindestan pêk bên, divê konfederalîzma demokratîk pêk be. Ji ber ku bi dewletê ne mumkin e ku armanc û xwestekên bindestan pêk bên.
- Konfederalîzma demokratîk bersiva pêdiviyên rojaneyî ye. Tê zanîn modernîteya kapîtalîst di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de li hemberî heremê destwerdanek pêş xist. Ev destwerdana desthilatdaran bû. Baş e, li hemberî vê, mudaxileya bindestan ango ya civakê wê çawa be? Pêdiviya rojane bersiva vê dide. Niha di Rojhilata Navîn de sê proje hewl didin biserkevin. Yek projeya modernîteya kapîtalîst e û pêşengtiya wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dike. Emerîka di çarçoveya berjewendiyên xwe yên cihanî de hewl dide şeklekî bide herêmê. Li gorî vê projeyê kî ne li gorî wan be wê wan biguhere. Kî ne li gorî wan be divê bêne sînordarkirin. Ji ber ku Rojhilata Navîn cihekî ji rêzê nîn e. Cihekî din be mirov dikare yên li derveyî sîstemê heya astekî qebûl bike, lê di Rojhilata Navîn de ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku Rojhilata Navîn li dijî sîstemê hêza alternatîfbûnê di nava xwe de dihewîne. Mirov dinêre milê wê yê îdeolojîk rengê Rojava nade. Milê wê yê çandî jî zêde naşibe yê Rojava. Ewrûpî ev pênc sed sal in pêşengtiyê ji mirovahiyê re dikin, lê Rojhilata Navîn pazdeh hezar salan pêşengtî kir û ji ber wê xwedî nasname û karakter e. Ji bo vê jî pêşengên sîstema kapîtalîst dixwazin dirûvekî bidin herêmê. Ev mudaxileya modernîteya kapîtalîst a ji bo herêmê ye û dixwazin biserkevin. Dîsa li herêmê projeyên hêzên statukoparêz hene. Ango projeya netew-dewletan. Dewletên herêmî naxwazin di sîstema wan a xanedantiyê de tu guhertin çêbibe. Ev hêz jî hem li hemberî hêzên sermayeya cihanî hem jî li hemberî daxwaz û têkoşîna gelan berxwe didin. Ango dixwazin Rojhilata Navîn di halê xwe yê niha de berdewam bike. A din jî, meyla gelan e. Ev meyl di roja me ya îro de xwe dide nişandan. Li herêmê hema em bêjin li her derê li hemberî sîstemê têkoşînek heye. Lê ev têkoşîn bi qasî tê xwestin ne birêxistinkirî ne. Zêdetir di nava sîstema desthilatdar de dihelin. Di nav vê meylê de mirov birehetî dikare bibêje, berxwedana herî birêxistinkirî û li derveyî sîstemê têkoşîna PKK’ê ye. PKK dixwaze bi konfederalîzma demokratîk li herêmê li hemberî mudaxileya desthilatdaran mudaxileya civakê pêş bixe. Ango PKK jî bi vê sîstema ku li derveyî dewletê tê damezirandin, dixwaze tevlî pêvajoyê bibe. Da ku ji kaosa Rojhilata Navîn encameke li gorî armanc û xwestekên bindestan derkeve. Rêbertiyê bi îlankirina vê sîstemê, li ser navê gelan mudaxileyî pêvajoyê kir.
Dê berdewam bike….