RIHA – Li Taxa Suleymaniye ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê, zilamê bi navê Mûrat ku paşnavê wî nehat hînbûn, hewl da dest dirêjî zarokekê bike. Welatiyên li derdorê mudaxileyî wî kirin û rê li ber girtin. Li gor agahiyên ku hatî bi dest xistin, zarokê gazî kiriye û şêniyên taxê jî bi hawariya wê de çûne. Welatiyan ku mudaxileyî fail kirin, paşê agahî dan Polîsan, ew kes ji aliyê polîsan ve hate binçav kirin.