NAVENDA NÛÇEYAN – Hêmin Qemerî (Şervan Welat) di sala 2019’an de li devereke parêzgeha Ûrmiyê bi qehremanî şer kir û heta kêliya şihadetê bi rihekî fedayî şer kir û tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû.
Êrîşên topyekûn û berfireh ên dagirkeran li herêmên cuda yên Kurdistanê li dijî gel û destkeftiyên wê dewam dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê tevî ku Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê di rewşa aram de ne, gelek caran rastî êrîşên hêzên rejîma dagirker a Îranê û komên girêdayî wê hatine. Lê belê her êrîşên ku tên kirin jî bê bersiv namînin.
Di sala 2019’ de li Geliyê Qasimlû ya di navbera bajarên Ûrmiye û Şeno de hêzên rejîma dagirker a Îranê li dijî gerîlayên YRK’ê dest bi operasyonên berfireh kirin û di encamê de şerekî dijwar rû da. Di encama vê pevçûnê de yek ji gerîlayên YRK’ê yê bi navê Şervan Welat (Hêmin Qemerî), piştî berxwedan û şerê bi qehremanî tevlî karwanê şehîdan bû.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê têkildarî şihadeta gerîla Şervan Welat daxuyaniyek da û diyar kir ku rêheval Şervan mînaka rastîn a têkoşerê azadiyê yê fedekar, kedkar bû ku bi awayekî bê westan û bê navber erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî herî baş pêk anî. Xwedî kesayetek pîvanên exlaqî yên şoreşgerî a bilind bû.