NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
Hecî, ez bi lez hatim. Nameya ku hevalan ji bo we şand jî bi lez nivîsandin. Dibe ku ji ber vê hevalan sicîla min ji bîr kiribin. Lê, hûn hin tiştan qet li pêş çavan nagirin. Hûn hin tiçtan paşçav û paşguh dikin. Ji ber vê axaftina heval, Heciyê Fars hêrs bû:
-Me çi paşçav û paşguh kiriye, heval?
-Hecî, mînak; ez bi berpirsiyartiya nû ya PKK’ê hatim gel we.
Pewîst bû berpirsyarê me ye berê biçûya. Lê, hevalê din li vir, li gel min bimaya. We ew heval jî şand! Li vir ez ê tenê çawa bikim?
Ez, tu deran û tu kesî jî nas nakim. Ma qey ev helwesta we rast û durist e? Di vê helwesta we de rêzgirtin heye? Ez di vê helwestê de, di sîstema Komara Îslamî de rêzgirtinê nabînim.
Ji ber bersivên heval, Heciyê Fars bêzar bû. Ji bo hîn jî xişil nebe ji ber axaftinên heval, bi dengekî bilind û bi hêrs:
-Te, qet leşker û polîsên me kuştine, an na? Tu qet berê hatiye Îranê?
-Ez tu caran nehatime Îranê. Lewma ne pêkan e ku ez leşker, polîs an jî hin peywirdarên we yên din jî bikujim. Carekê tenê, ez neçar mame, derbasî axa we bûme.
-Kengî, ji bo çi tu derbasî axa me bû, heval? Tu di derî re yan jî di kîjan sînorê me û Tirkiye re derbasî axa Îranê bû?
Heval, bi serê xwe, Heciyê zikmeşk ê ku heval ji sînor heya bajarê Ûrmiyê anî, nîşanî Heciyê Fars da:
-Wexta ku Hecî ji sînor min wergirt û heya vir ez anîm, me li xwaringehekê taştê xwar. Li hinda wê xwaringehê çiyayekî asê heye. Em sê heval bûn û di wî çiyayê asê re serberjêr daketin.
Piştre em di deştekê de çariyek xulek meşiyan. Piştî deştê di hewrazekî asê de em bi hewa ketin. Hevalekî me jî birîndar bû û me tu rê nas nedikirin. Ji ber wê jî, ji neçarî em her sê heval derbasî axa Îranê bûn.
-Hevalê we ji bo çi birîndar bibû û kî bû?
-Piştî ku Serokê me Abdullah Ocalan, bi komployek navnetewî ji aliyê hêzên dagirker ve dîl hate girtin, em nêzî çil hevalî ji Bakurê Kurdistanê, ji herêma Metîna dihatin da ku derbasî herêma Soran bibin. Li ser sînorê we, em ketin kemîna leşkerên Tirk.
-Saet çend bû? We şehîd dan, an na?
-Berbanga sibê bû. Tava heyvê jî hebû.
fiklê kemînê çawa bû?
-Bi awayekî nîv hîlal kemîn danî bûn. Piştî ku em derbasî axa we bûn, li me dan.
-We qet şehîd, an jî birîndar dan, an jî na?
-Belê Hecî, me şehîdek da. Ew jî, hevalekî me yê Asûrî bû. Ew sax girtibûn. Bi êşkence ew şehîd kiribûn. Êşkenceyeke hovane lê kiribûn. Dil û çavên wî derxistibûn.
-Çend birîndarên we hebûn?
-Birîndarekî me hebû. Ew jî ji piyê xwe birîndar bibû. Em, li gel hevdu derbasî axa Îranê bûn. Heya êvarê xwîna birîna wî nesekinî, êvarî sekinî. Paşê jî bi rêka gundiyan me têkilî bi hevalên xwe re danî û em çûn gel hevalên xwe.
-Baş e. Em ê êdî xatirê xwe ji te bixwazin. Siberoj wê Hecî bajêr bi te bide nasandin.
-Baş e Hecî, ez bajêr nas bikim çêtir e.
Heciyê zikmeşk, heval heya mala komunê bir. Wexta ku xatirê xwe ji heval xwest, gote heval:
-Siberoj amade be, ez ê bajêr bi te bidim nasandin.
Siberoj saet heşt bû, Heciyê zikmeşk û dev li ken bi telefonê ji heval re got:
-Amade be, ez ê îro te li bajêr bigerînim, bajêr bi te bidim nasandin, ji bo ku tu zor û zehmetiyan nekişîne.
-Baş e hecî.
Piştî deh an jî çariyek xulek zenga deriyê xanî lê da. Heval derî vekir:
-Silav heval…
-Silav Hecî…
-Kerem bike Hecî; em rûnên, taştê bi hevdu re bixwin.
-Na heval, em biçin li xwaringehê taştê bixwin. Li vî bajarî serê sibê serûpê û avgoştê xweş çêdikin.
-Baş e Hecî.
Heval û Heciyê zikmeşk; nêzî bîst xulekan bi taksiyê di nava bajêr de geriyan. Bajêr hîn ne qelebalix bû. Hîn xelkê bajêr ji malên xwe derneketibûn. Ji ber vê yekê jî, zû gihîştin xwaringehê ku taştê lê bixwin. Heciyê zikmeşk berî garson ji heval pirsî:
-Heval tê avgoştê yan serûpê bixwî?
-Serûpê.
Heciyê zikmeşk paşê deng li garson kir:
-Ji bo me serûpê û avgoştê bîne.
-Ser seran, Hecî.
Bersiva garson û taştê anîna garson di heman demê de pêk hat.
Dê berdewam bike….