NAVENDA NÛÇEYAN – Gelo konfederalîzma demokratîk tiştekî bêkok e, hema ji ber xwe derketiye? Ev konfederalîzma demokratîk ji ku hat, çavkaniya xwe ji ku digre? Gelo li derveyî Kurdan kes bi konfederalîzma demokratîk re mijûl e? Mirov dikare van pirsan zêdetir bike. Lê di çarçoveya mijara me de ev çend bes in. Konfederalîzma demokratîk hema ji ber xwe derneket. Xwe dispêre hin rastiyan û hêza xwe ji hin tiştan digre. Bi kurtasî tiştekî bêdîrok tune ye. Tiştên ku konfederalîzma demokratîk xwe dispêrê em dikarin di sê beşan de bigrin dest.
- A yekemîn; konfederalîzma demokratîk xwe dispêre nirxên demokratîk û komunal ango dîroka demokrasiyê. Teoriya ku konfederalîzma demokratîk xwe dispêrêyê, teoriya ku nirxên civaka xwezayî wek nirxên mirovbûnê digre dest e. Ango ev nirx di heman demê de tê wateya cewherê mirovbûnê. Tiştên ku mirovan dikin mirov ew nirx in. Ev jî exlaq û polîtîka ne. Dibêje exlaq û polîtîka di dîroka mirovahiyê de tu carî tune nebûne. Her çendî hatibin çewisandin û kêmkirin jî, madem civak heta roja me ya îro hatiye wê demê ev nirx jî hatine û hetanî civak hebe jî ev nirxên wê dê her hebin. Ji ber civakbûyîn û mirovbûyîn bi hev re ye û nirxên civakbûyîn û mirovbûyînê jî ev in. Beriya sîstema hiyerarşîk û dewletparêz di dirêjahiya civaka xwezayî de ev nirx bi rengekî pir resen hatin jiyîn. Piştî sîstema hiyarerşîk û dewletparêz derket jî ev nirx wek terzê jiyana civakê xwe da berdewamkirin. Tam jî di vê xalê de konfederalîzma demokratîk dibe terzê jiyana civakê. Şêwazê jiyana civakê bi xwe konfederal e. Eger ji alî desthilatdaran ve mudaxile neyê kirin û civak bi halê xwe be, ew jiyan ji sedî sed konfederal e. Ji ber ku li gorî xwezaya xwe wê pêk bê.
Di xwezaya jiyana civakê de jî konfederalîzm heye. Heta zimanê xwezayê bi awayekî giştî konfederal e. Ango di xweza û civakê de hevdu temamkirin, li ser bingehê çalakbûnê jiyîn esas e. Yanê xweza û civak di cewherê xwe de yekîtiya reng û dengên cuda ne. Ev yekîtî organîzmayeke zîndî ye û tê de hemû beş hevdu temam dikin û bi hev re hene. Têkîliya di navbera wan de sîmbiyotîk e, ango hevdu xwedî kirine. Tişta ku mecalê bi hev re jiyînê dide, têkiliyên konfederal in. Û ev şêwazê jiyanê bi milyonan salan bi awayekî rasterast hate jiyîn, piştî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz jî xwe di nava jiyana li derveyî dewletê ango jiyana civakê de da jiyandin. Li ser vî esasî mirov bi rihetî dikare bibêje ku dîroka konfederalîzmê ji dîroka dewletparêziyê hîn kevintir û esîltir e. Dewlet bi dîroka xwe ya giştî ve ji vê xwezayê qutbûnek e. Ango jirêderketinek
e. Bi kurtasî konfederalîzma demokratîk xwe dispêre dîroka nirxên demokratîk û komunal, ango dîrokê bixwe. Ji ber ku dîroka civakê dîroka exlaq û polîtîkayê ye. - A duyemîn; konfederalîzma demokratîk xwe dispêre çand û rengîniya Rojhilata Navîn. Di Rojhilata Navîn de mirov lê temaşe dike heta van demên dawiyê jî çand, etnîsîte, ol û zimanên cur be cur bi hev re dijiyan. Mirov dikare bibêje di Rojhilata Navîn de bi qasî Rojava şerên netewperestiyê pêşneketin. Ji ber ku netewperestî berhemeke kapîtalîzmê ye û kapîtalîzmê jî mecala derketinê li Rojava dît. Di zîhniyeta netewperestiyê de cihê reng, deng, ol, etnîsîte, bawerî û hwd. ên cuda tune ne. Pirerengî di nava yek tiştî de tunekirin, di zîhniyeta netewperestiyê de esas e. Netewperestî bêyî ku qir bike, tune bike nikare bijî. Ji bo vê yekê ye di heman demê de dema kapîtalîzmê di dîroka mirovahiyê de bûye sahneya şerên herî mezin.
Tevî ku sîstema hiyerarşîk û dewletparêz di Rojhilata Navîn de pêşket, dîsa jî mirov wexta li Rojhilata Navîn dinêre, dibîne ku çandeke civakî ya pir kûr heye. Tevî hemû jirêderketinan jî di Rojhilata Navîn de hîn jî, civakîbûn û parastina civakê esas e. Di roja me ya îro de bi bandora kapîtalîzmê hinekî kêm bûbe jî, dîsa jî civakîbûn xurt e. Lê, wexta mirov li dîroka Rojhilata Navîn dinêre, dibîne ku Rojhilata Navîn li hemberî dewletê zêdetir bi organîzasyonên konfederal li ber xwe daye. Ji bo bikaribin li hemberî êrîşên dewletan hebûna xwe biparêzin, di navbera êlan de, di navbera qebîleyan de, di navbera eşîran de, dîsa di navbera gelan de konfederasyon pêk hatine. Heta mirov dikare bibêje li derveyî netewe-dewletê di organîzasyonên desthilatdaran de jî konfederalîzm heta astekî heye. Mînak; mirov di împaratortiyê de heta astekî vê dibîne. Împratortî bi awayekî xwezayî sîstemeke koledar e. Lê li gel vê heta astekê rengên din, etnîsîteyên din, mezhebên din, bi kurtasî rengînî li gorî netewedewletê zêdetir dikare xwe di nav de îfade bike. Mînak; cudahiya Împaratoriya Osmanî û ya netewe-dewleta Tirkiyê pir li berçav e. Osmaniyan qet nebe, nasname, ziman û hebûna Kurdan û cudahiyên din înkar nekir. Osmaniyan birêvebirina xwe ya herêmî û otonomiya
Kurdan jî înkar nekir. Lê sîstem dîsa jî desthilatdar bû, dagirker bû. Lê li gorî netewe-dewletê cudatir û nerm bû. Netewe-dewlet te înkar dike, ji te re dibêje ‘tu tune yî, heta tu hebî divê tu xizmetkarê min bî.’ Mahmud Esad Bozkurt jixwe gotibû; “gelên dîtir encax dikarin bibin xizmetkarên Tirkan û bi wî rengî dikarin bijîn.” Yanî ji bo ku tu bikaribî bijî, divê tu bibî xîzmetkar/kole. Heman tiştî di roja me ya îro de Recep Tayip Erdogan dubare dike. Ji ber ku zîhniyeta netewe-devletê yek e, temsîliyeta wê jî heman e. Li derveyî mînakên li Rojhilata Navîn, di heman demê de mirov pir zêde mînakên konfederasyonan li Ewrupayê jî dibîne. Di dema Yewnanan de Yekîtiya Delosê heye, Yekîtiya Akayê heye, konfederasyona Teselyayê heye… dîsa li Almanyayê Yekîtiya Hanseatîk heye, bi taybet jî li Îtalyayê konfederasyona bajaran heye. Van konfederasyonan hebûna xwe heta sedsala 19’an jî parastin. Dîsa li Îspanyayê komunar hene, heman tişt li Fransayê û hin welatên din jî hene. Bi kurtasî konfederalîzm li her derê ye. Konfederalîzm tiştekî nehatiye jiyîn nîn e, konfederalîzm ji dewletê bi taybet jî ji netewe-dewletê zêdetir forma dîrokê ye. Lê ji ber ku dîrok rast nehatiye nivîsandin, haya me zêde pê tune ye. Çawa etnîsîteyê dîrok nivîsiye, lê ji ber ku dîrok rast
nehatiye nivîsandin, etnîsîte li derveyî dîrokê hatiye hiştin, heman tişt ji bo konfederalîzmê jî derbasdar e. Lê gelo li derve hiştin tê wê maneyê ku ew tişt tune ye? - A sêyemîn jî; konfederalîzma demokratîk xwe dispêre berxwedana PKK’ê. PKK ev sih sal in, li ser esasên nirxên demokratîk û komunal li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletparêz berxwe dide. Di vê berxwedaniyê de nirxên demokratîk û komunal ên cur be cur hatine xuliqandin. Civakeke heta asta jor xwedî li azadiya xwe derdikeve, teslîm nabe, xwedî helwest e derketiye holê. Em ji vê civakê re dibêjin ‘Kurdê azad.’ Di heman demê de alternatîf e. Dibe ku bi qasî tê xwestin sîstema xwe ya li derveyî dewletê înşa nekiriye, lê mirov dikare bibêje ku Kurdê azad di roja me ya îro de civakeke herî zêde xwedî li jiyana azad derdikeve ye. Gelê ku herî zêde polîtîkayê dike, diaxive û çalakvan e. Bi kurtasî guhertin û veguhertinên pir mezin di civaka Kurd de peyda bûne. Lê tevî van pêşketinan gelê Kurd her çiqas di rêya azadiyê de gavên xurt avêtibin jî hê jî encamên pêwîst nehatine bidestxistin. Sîstema li derveyî dewletê hê jî bi her awayî serneketî ye. Ji bo armancên gelê Kurd pêk bên, divê organên siyasî, rêxistinbûna civakê bi qasî daxwazên gel nêzikî azadiyê bin. Organên polîtîk divê li gorî edalet, wekhevî û azadiyê bin. Ji bo bidestxistina van nirxan berxwedan û
têkoşîn tenê têrê nake. Lewra bi qasî xwesteka azadiyê pêwîst e amûrên azadiyê jî hebin. PKK jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî di nav lêgerînekê de bû. Despêkê bi avakirina dewletê xwest ku pirsgirêkan çareser bike, lê dît ku bi dewletê xwestekên bindestan pêk nayên. Bi amûrên desthilatdaran daxwazên bindestan nabe ku bên bidestxistin. Divê organên polîtîk ên bindestan jî bi qasî xwestekên wan paqij û aîdî
wan bin. Ji bo vê jî PKK’ê dest ji dewletê berda. Di encama van lêgerînan de konfederalîzma demokratîk, sîstema herî zêde li gorî xwezaya civakê ye, derkete pêş û bû sîstemeke cîhanî ya alternatîf. PKK bi înşakirina konfederalîzma demokratîk dixwaze têkoşîna xwe ya xwe dispêre nirxên demokratîk û komunal serbixe. Naxwaze ew keda ku daye –wekî di mînakên din de hate dîtin- vala biçe… Civak azad bibe, civak bibe hêza çareseriyê û têra xwe bike û xwe ji sîstema desthilatdaran rizgar bike. Ji bo konfederalîzma demokratîk rast bê fêmkirin, divê her du têgînên ku ‘konfederalîzma demokratîk’ pêk tînin bên destgirtin. Em ê despêkê li ser konfederalîzmê bisekinin.
Dê berdewam bike…..