BEHDÎNAN – Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên gerîla ku wê ji herkesekî din cuda dike ‘Moralê Gerîla’ ye. Gerîla ji bo ku jiyana xwe ava bike, bi destê xwe kedekî mezin dide, çiqas bide ewqas jî diweste. Lê gelo we qet tu caran ji xwe pirsiye bê ka gerîla çawa dikare ewqas ked bide bêyî ku biweste ? Dibe ku herkesek tiştekî difikire, herkes texmînekê datîne holê, lê bila neyê ji bîr kirin ku ev jiyan xwedî rastiyeke nayê înkar kirine. Gerîla çiqas ked dide ewqas hêz digire, ewqas jî bi pêşdikeve. Gerîla hêza xwe ji moral, manawiyet û rêhevaltiya rast digire. Ji bo gerîla berî her tiştî, serî de tiştê herî girîng tam pêkanîna erkên xwe yên rêhevaltiyê ye. Di nava gerîla de têgîna rêhevaltiyê xwedî wateyekî cuda ye. Em niha dîsa vegerin ser mijara xwe ku me destpêkê behsa wê kiribû Moralê Gerîla. Dema em dibêjin moral dibe ku pir kes tenê moral weke peyva yanê stran gotin, lîstina şanoyekê, xwendina helbestekê û hwd fêm bikin. Di jiyana gerîla de huner tiştekî girînge, lê moralê gerîla tenê ne hunere. Moralê gerîla bi kurt û cewherî mirov dikare bêje Jiyana Gerîla ya Şoreşgerî ye.
Lê em niha tenê dixwazin ji we re morala gerîla ya aliyê hunerî de parve bikin….
Dema ku gerîla ewqas ked dide, êdî kêmek diweste ji bo ku westandina xwe derbas bike, dest bi stran gotinekê dike, dema ku hevalek pêşengtî dike dest bi stran gotinê dike, hevalên dîtir jî bi awayekî xwezayî bi tev çayê xwe li dora ew heval kom dibin û bi hev re destpêdikin. Dema ku mirov guhdar bike, herkes di heman ritimê de nabêje, herkes peyvên wê rast nabêje, lê ji ber ku ewqas xwezayî ye, û bi hevre ye mirovan heyranî stran û civaka xwe dikin. Dema ku di nava gerîla de stran tê gotin, xwezayî bêyî ku peyva wê bi temamî bê zanîn jî herkes dikeve nav de û wê stranê dibêje, ger qet nizanibe bi çepik û tilîliyên xwe tevlê dibin. Ger dema helbestek tê xwendin herkes bi heyecana xwe guhdar dike û dixwaze navaroka vê helbestê fêm bike. Tapî gerîla tenê stran û helbestan nabêje, şano jî dileyîze û skêcan jî çêdikin. Gerîla bi şanoyên xwe carna jiyana xwe îfade dikin, carna rastiya civakê derdixînin holê. Carna lîstûkan dileyîzin, di lîstûkan de jî gerîla pîvanên xwe yên exlaqî û erkên xwe yên rêhevaltiyê tu carî paş çav nakin.
Di vê beşa dosyaya me de, em bûn şahîdê komek gerîla ku li gel hev rûniştine bi tev çayê xwe stranên xwe dibêjin û di ber jî sohbetên xwe yên germ dikin…
Strana ku gerîla dibêje peyvên wê bi vê rengî ye;
wa ye PKK’ê rabû
li deşt û çiya belav bûn
Kulîlkên welat sor bûn
bilbil bi gula şabûn
*****
Wek şêran daketin şer
hesinin dil û ceger
Bi şev pêda ranazin
da ku rojê bînin bînin der
*****
Hemû karkerên cîhan
xortên rindî xwendevan
Dilşabûn bi şerê wan
teva destê xwe da wan
*****
Keça kurdî roj hilat,
xemla xwe daye welat
Mizgîn li te hevalê
roja şadî vaye hat
Wa bilbil dike fîxan
mizgîn dike hevalan
Pîroz dike cejna wan
sed her bijîn kurdistan
NC// Zerya Bagok