NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li bejahiya Eyn Îsayê çalakiyeke tolhildanê li darxistine.
Li gorî daxuyaniya YPJ’ê çalakî 1’ê Îlonê saet di 06:20’î de bi fuzeyan li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê hate kirin.
YPJ’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 5 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Fermandariya YPJ’ê ragihand ku ev çalakî ji bo hilanîna tola zarokên li Hesekê hate lidarxistin, ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatibûn qetil kirin.