RIHA – Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de dabû destpêkirin, di roja 543’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe serê sibê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê.
Dayik Şenyaşar di çalakiya nobetê de careke din daxwaza edaletê kir û wiha axivî: “Dadger û dozger me sûcdar dikin. Em heqê xwe li wan helal nakin. Kê ku zilmê li me bike em heqê xwe li wan helal nakin. Êdî bese bila Fadilê min berdin. Di qawîşekê de tenê tê ragirtin. Keçekî wî heye, bêyî ku bavê xwe bibîne mezin bû. Du kurên min hatin kuştin, bila Fadilê min bê malê. Kurê min li girtîgehê, em li vir dirizin. Zarokên min bi neheqî kuştin, ez edaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesê edaletê dixwazim. Hemû kesên di girtîgehan de bê sûc tên ragirtin, bila bên berdan. 543 rojin zilmê li me dikin. Çi li me dikin bila bikin, heya ku edalet neyê emê ji vir ranebin. Heya kurê min neyê ezê ji vir ranebim. Heke ku bimrim bila li pêşiya edliyeyê bimirim. Bila bi wijdan tevbigerin.”
Pêşandana Edaletê ya ku malbata Şenyaşar ji bo roja Aştî ya cîhanî, li quncê edaletê ya malbata Şenyaşar vekiribû, îro di roja duyemîn de ye.
Di pêşandanê de wêneyên ku di çalakiyê de hatine kişandin, karîkatûrên bi mijara Emîne Şenyaşar û edaletê hatine xêzkirin, wêneyên êrişa ambulansê ya ku tê de birîndar hebûn tên nîşandan. Kesên diçin edliyeyê û parêzer “Pêşengeha Edaletê” digerin û derbarê bêedaletiya ku malbat pê re rû bi rû maye agahî distînin.