STENBOL – Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û parêzerên wî Mazlûm Dînç, li gel Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serlêdan kirin.
Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û bi rêya serdozgeriyê jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate dayîn.
Parêzer ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin hefteyê du caran serlêdan dikin.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan agahî nayê girtin.