NAVENDA NÛÇEYAN – Têgîna ku di derbarê wê de tevlîheviya herî zêde tê kirin belkî jî demokrasî ye. Ji ber peyveke populer e û bi rihetî dikare bê sûîstîmalkirin. Nêrîna her kesî ji bo demokrasiyê cuda cuda ye. Piranî jî demokrasi wek tiştekî aîdê Rojava ye, tê dest girtin. Sedema vê jî, ev e. Di serî de navendîparêziya Ewrûpî (mirov dikare vê wekî Rojava jî bixwîne) pir xurt e. Hem şaristaniyê hem jî modernîteyê yek dihesibînin. Wexta modernîteyê yek dihesibînin û armanca wan modernîteya desthilatdaran wek modernîte destnîşankirin e. Di roja me ya îro de navê vê, modernîteya kapîtalîst e. Êdî Ewrûpayê wê ji bo mirovahiyê her tiştî diyar dike. Ewrûpa pêşketî ye, cîhan giştî paşketî ye, Ewrûpa azad e, yên dîtir hemû kole ne. Di vê têgihîştinê de rola zanista ku bûye amûrê herî bi bandor ê desthilatdaran jî heye. Hêza zanistê jî ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û tespîtên xwe li ser mirovahiyê ferz dikin. Tabî ev bi xwe re şaşitiyên pir mezin tîne. Dîroka demokrasiyê bi Rojava didin despêkirin. Heya Grekê diçin û dibêjin vaye despêka demokrasiyê. Baş e, ji ber çi wisa ye? A yekemîn zaten navendîparêziya Ewrûpî hebû û her tişt bi xwe didan despêkirin. A duyemîn jî peyva ‘demokrasi’yê bi xwe jî peyveke Yewnanî ye. Demokrasî wek wate ‘rêveberiya gel a bi xwe bi xwe ye.’ Peyvên ‘demos’ û ‘kratiya’ wexta tên gel hev peyva ‘demokrasi’yê peyda dibe. Demos tê maneya ‘gel’, kratiya jî maneya wê ‘rêveberî’ ye. Nav Grekiyan lêkiriye. Wexta navendîparêziya wan jî lê zêde bû, dîroka demokrasiyê jî bi wan re hate despêkirin. Ji ber van sedeman demokrasî bi çanda Rojavayiyan re yekgirtin pir xurt e. Piştre wexta parlementarîzm jî li Ewrûpayê bisîstem bû, ev zêdetir hate qebûlkirin. Lê dîsa jî têgihîştinên di derbarê demokrasiyê de cur be cur in. Nêzîkatiya lîberalîzmê, nêzîkatiya sosyalîzma pêkhatî, nêzîkatiya post-modernîzmê yên herî berbiçav in. Ji bo mijara me tişta girîng ew e ku di derbarê demokrasiyê de têgihîştina tevgera azadiyê çî ye, em ê li ser vê rawestin.
Dê berdewam bike…..