NAVENDA NÛÇEYAN – Têgihîştina me ya demokrasiyê qet naşibe yên dîtir. Heta mirov dikare bibêje ku yek ji mijara ku me ji yên din bi awayekî pir eşkere cuda dike jî ev e. Têgihîştina me ya demokrasiyê xwe dispêre naveroka têgîna demokrasiyê. Tê zanîn peyva demokrasiye tê wateya rêveberina gel a bi xwe ye. Em dîqet bikin di sîstema heyî de rêveberiya ku li ser navê gel tê meşandin, ne aîdê gel e. Rêveberî li cihekî ye, gel li cihekî ye. Di têgihîştina me ya demokrasiyê de gel û dewlet bi her awayî ji hevdu qut in. Em dibêjin dewlet tiştekî cuda ye, demokrasî tiştekî cuda ye. Ev ji ber çi wisa ye? Ji ber ku dewlet nabe ku bibe ya gel. Wexta te dewlet û gel ji hevdu qut kir, wî çaxî demokrasî nabe rejîmeke dewletê. Ji bo wê yekê ye, tu dewletek nikare bibe demokrat. Di vê têgihîştinê de demokrasî derdikeve li derveyî hidûdê dewletê. Ev ji ber çi wisa ye? Ji ber ku gel nabe dewlet. Di nava gel (mirov dikare ev ê wek civak jî bixwîne) de hin kes dibin dewlet û wexta ew dibin dewlet jî êdî, dev ji gelbûnê (civakbûnê) berdidin, diçin. Di têgihîştina me de em desthilatdaran ji gel nahesibînin. Gel (civak) ew beşên li derveyî desthilatdarî û dewletê ne. Ji bo wê yekê em dewletê û gel ji hevdu qut dikin. Mînak tê gotin ‘netew-dewlet’. Ev têgîn her çiqas bê bikaranîn jî, lê di cewher de peyveke ne di cih de ye. A rast ‘netewa devletê’ ye. Ango netew bûye ya dewletê. Dewlet a neteweyê nîn e. Mînak li Başûrê Kurdistanê dewlet a Barzaniyan e, ne ya gel e. Gel a dewletê ye. Dîsa dewleta Tirk ne ya gelê Tirk e. Gelê Tirk ê dewletê
ye. Niha ew şerê di navbera hêzên îqtîdarparêz de derdikeve jî, ji bo serweriya dewletê ye. Gelo kê/kî bibe xwediyê dewletê, gelo kê/î ji nîmetên dewletê zêdetir sûdê werbigre? Sedema şerê wan ev e. Ji bo vê yekê çi civakên bidewlet dibin, çi jî civakên bêdewlet dibin, gel tu demê nabe dewlet. Dewleteke ya her kesî, bi awayekî cewherî û naverokî tune ye. Dewlet her tim a hin kesan e, ev kes jî desthilatdar in. Ji bo wê yekê jî gel û dewlet dibin tiştên ji hevdu cuda. Baş e, demokrasî çî ye? Me li jorê pênaseya civak ango gel kir û got ew beşên ku li derveyî dewletê ne, em ji wan re dibêjin gel/civak. Wexta me pênaseya gel bi vî şêwazî kir, demokrasî jî madem rêveberiya gel a bi xwe bi xwe ye, wê demê demokrasî dibe sîstema civakê. Li ser vî esasî demokrasî nabe cureyekî dewletê. Demokrasî nabe rejîmeke dewletê. Ji bo vê yekê divê demokrasî û komar ji hevdu bên derxistin. Komar ew cureyê dewletê ye ku rêveberiya dewletê bi dengên gel tên hilbijartin. Bi vî awayî komar dibe rejîmeke dewletê,
demokrasî jî dibe terzê xwe birêveberin û jiyana civakê. Yek dibe aîdê desthilatdaran, a din jî dibe aîdê civakê. Ev tişt gelekî girîng e. Wexta me demokrasî bi vî rengî girt dest, wê demê dîroka demokrasiyê jî dîroka dewletê derbas dike, kevintir dibe. Dîroka demokrasiyê jî dîroka Grekan derbas dike û heya terzê jiyana civaka xwezayî diçe. Piştî me dewlet û civak di çarçoveya hebûnî de ji hevdu cuda kir û demokrasî wek xwe birêveberin û terzê jiyana civakê pênase kir, divê wê demê em naveroka têgihîştina xwe ya demokrasiyê hîn zêdetir dagirin. Rêbertiyê ji bo pênaseya xwe ya demokrasiyê çar taybetmendî hejmart.
Dê berdewam bike…..