HPG’ê, fermandar Mordem Botan Dilbirîn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, yek ji fermandarên gerîla Mordem Botan Dilbirîn ê Îlona 2017'an li Botanê şehîd bû, bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Ewladê leheng ê xelkê Botanê, milîtanê Apoyî û fermandarê leheng ê têkoşîna me hevrêyê me Mordem Botan Dilbirîn 5’ê Îlona 2017’an li Botanê şehîd bû. Em ewladê bijarte yê xelkê me yê Botanê û fermandarê fedaî hevrêyê xwe Mordem di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye, wiha ne:

Nasnav: Mordem Botan Dilbirîn
Nav paşnav: Azîz Kûtlû
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nesîme-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2017 / Botan

Herêma Botanê ji aliyê cografîk ve li navenda Kurdistanê ye û qadeke berfireh e ku Bakurê Kurdistanê digihêje Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Çiyayên Botanê ku weke stûna Kurdistanê jî têne pênasekirin, bi hezaran sal in bûye war ji gelê Kurd re. Gelê Kurd li çiyayên Botanê civakî bûye, çand û kevneşopiya xwe ava kiriye, li van çiyayan bi rengekî azad jiya ye û kesî nekarî bixe bin serweriya xwe. Vê rastiyê kir ku xelkê me yê Botanê leheng be, şervan û fedakar be, dilsozê ziman û nasnameya xwe be, cewhera xwe biparêze. Xelkê Botanê di şexsê fermandarê me yê efsanewî yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de tevgera Apoyî nas kir, bi fîşeka destpêkê ya 15’ê Tebaxê re rabû ser piyan, serhildana xwe ya destpêkê pêk anî û meşa xwe ya welatparêziyê heta niha dewam kir. Dijminê qirker mêtinger ji ber vê yekê li hemberî xelkê Botanê bû xwedî hêrseke mezin, kiryarên herî giran ên li derveyî mirovahiyê lê ferz kir, lê belê ti carî nekarî paşve gavê pê bide avêtin.

Hevrêyê me Mordem li gundê kevnar Navyana Şêxan ê li quntarê Çiyayê Pîro yê herêma Besta ya Botanê ji dayik bû. Gundê Navyana Şêxan ê li navenda herêma Bestayê ye, pişta xwe dide herêma Garisa. Li rastê wê çiyayên Çiravê, li çepê wê Kêla Memê û Kato, li pêşiya wê jî Çelê Nimêja û Cûdî hene. Gundê Navyana Şêxan tevî ku ji aliyê cografîk ve li navenda Botanê ye, her wiha ji aliyê dilsoziya bi nrixên civakî û nasname û cewhera xwe ya civakî ve jî cihekî navendî ye. Bi dilsoziya ol re ku şêweyekî jiyana bi nasnameya civakî ya kevnar e û jiyana bi nirxên civakî û exlaqî li ser piyan ma. Di herikîna dîrokê de hin derdorên cuda û dewletan hewl dabin ku saziya Şêxîtiyê berevajî bikin û li dijî civakê bi kar bînin jî, gelê Kurd ev meqam li ser bingeha jiyaneke rast û xurtir a bi ola xwe nirxand û hurmeteke mezin nîşan da. Ji ber vê yekê şêx û şêxitî bû cihê hurmeteke mezin û li nava civakê bi rêzdarî hate pêşwazîkirin.

Hevrêyê me Mordem jî li nava malbateke şêx ji dayik bû. Malbata wî ya şêx hewl da ku nirxên exlaqî, olî, civakî bi rengekî rast temsîl bike. Lewma di nava gel de heqî û neheqî destnîşan kir, hewl da wijdanê civakî temsîl bike û li ber zaliman û zilmê rabin. Dema ku bi pêşengiya Apoyiyan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir, vê malbata me ya hêja cewhera civakî ya pak û paqij a li nava Apoyiyan dît, xwe nêzî wan kir û piştre jî têkiliyeke xurt a welatparêziyê pê re danî. Hurmeta Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li hemû olan û pîrozmendiyên li nava civakan, her wiha têkoşîna wê ya ji bo jiyaneke bi sosyalîstî ya li nava civakeke demokratîk, azad a pîrozmendiyan dît û hîn bêhtir xwe nêzîk kir.

Ji ber ku hevrêyê me ji malbateke bi kok, civakî û xwedî karakterekî xurt hat, vê yekê bandor li kesayetiya wî kir. Dewleta Tirk a mêtinger qirker di salên 90’î de li gundê wan zilmeke mezin kir, qereqol çêkir û ji bo li ber têkoşîna azadiyê rake cerdevanî lê frez kir. Lê belê malbata hevalê me Mordem berdêl hemû dan ber çavên xwe û bi regnekî ku li welatparêzî û nasnameya wan a civakî bê seknek nîşan da û teslîm nebû. Ji ber vê yekê jî malbatê koçî Şirnexê kir û hevrêyê me Mordem jî li vir mezin bû. Ji ber ku li bajarekî herî germ ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, nasnameya xwe û xwe zû nas kir. Deh salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê belê dît ku dibistan ji bilî ferzkirina qirkirin û asîmîlasyonê li ser gelê me bi kêrî tiştekî nayê û dest ji dibistanê berda. Hevrêyê me Mordem gelek karên cuda yên têkoşîna azadiyê meşand û destpêkê tevlî karên Tevgera Welatiyên Azad bû. Bi kesayetiya xwe ya bi enerjî û bi coş beşdarî nava karên ciwanan ên şoreşgerî bû. Di heman demê de ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê karê milîstiyê kir. Çi kar dikir jî çiqasî hewl dida jî timî dixwest ji bo gelê xwe û welatê xwe hîn bêhtir bike.

Dijmin bi vê hewldan û sekna şoreşgerî ya hverêyê me Mordem hesiya û sala 2008’an ew girt û xist zindanê. Hevrêyê me Mordem zindan weke dibistaneke mezin nirxand, têgihiştina xwe xurtir kir, paradîgmaya Apoyî bêhtir fêhm kir û kesayetiya xwe li ser vê bingehê ji nû ve ava kir. Bi zanyariya xwe ya mezin mîna pirtûkxaneyekê bû. Hevrêyê me Mordem her agahî di kesayetiya xwe de jî dixist meriyetê. Li zindanên di sekna xwe ya şoreşgerî de tawîz neda, ji grevên birçîbûnê heta bi çalakiyên cuda her tim li dijî dijmin helwest nîşan da û piştî ku pênc salan li zindanê ma, hate berdan. Piştî ku ji zindanê derket, tevî ku wezîfeyên cuda jê re hate dayin jî wî ti ji wan qebûl nekir û israr kir ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ev biryara xwe xiste meriyetê û sala 2014’an li herêma Bestayê bû gerîla. Bi têgihiştina xwe ya Apoyî, kesayetiya xwe ya têgihiştî, karakterê xwe yê çiyayî û dilê xwe yê bi coş yekser hînî jiyana gerîla bû. Zû wezîfe û berpirsyarî wergirt. Hevrêyê me Mordem ku xwedî kesayetekî pêşeng bû, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Li herêmên Besta û Cûdî bi kêfxweşiyeke mezin gerîlatî kir ku cih û warê lê ji dayik bû û mezin bû.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker dema ku di çarçoveya Plana Çokdanînê de êrîşên xwe yê hovane da destpêkirin, gelê me jî xwerêveberî îlan kir û bersiv da. Gelê Kurd bi vê helwesta xwe diyar kir ku ew xwedî hebûn û nasnameya xwe ye û ew ê tu carî dev ji nasname û xwerêveberiyê bernede. Dewleta Tirk a qirker tu carî tehamula wê ji hebûn, nasname û azadiya Kurdên azad tune. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovan êrîş bir ser helwesta mafdar û meşrû ya gelê me û dewletê teror kir. Bajarên Botanê di serî de li gelek bajarên Kurdistanê li ber çavan qetil kirine, bi rojan cenaze li kolanan dane sekinandin, cenazeyê ciwanê wekî Siyabend (Haci Lokman Bîrlîk) li pey wesayîtan girêdane û xwestine nîşan bidin ku ji xeynî teslîmiyet û mirinê ji bo gelê Kurd tu rêyeke din tune. Gelê Kurd ê bi rûmet jî li hemberî van êrîşan pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê nîşan da. Gelê Kurd ê bi rûmet jî li hemberî van êrîşan pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê da destpêkirin. Ev pêvajo gelek caran hate berevajîkirin jî, gelê me vî mafê xwe yê herî xwezayî parast û jiyana azad bi berxwedanê danî holê. Hevalê me Mordem wekî zarokekî xwedî rûmet û esil tehamul nekiriye ku gelê me were qetilkirin û gelê me di bin êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk were eciqandin. Hevrê Botan çûye Şirnexê.

Heval Mordem tevlî pêvajoya berxwedanê ya ciwan û gelê Şirnexê bû û bi mîsyona şoreşgerî ya nasnameya ji malbatê tê û ya civakî tevgeriyaye. Ji ciwanên Botanê re him pêşengtî kiriye û him jî tevlî pêvajoya geşedana YPS’ê bûye. Dewleta Tirk ji bo şikandina Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê dora bajarê Şirnexê girtiye û bi mehan ew der bomberdûman kir, bi tankan bajar bomberdûman kir û teror kir. Berxwedêrên YPS’ê jî di van şertên dijwar û bi derfetên kêm bi mehan berxwedana mezin nîşan dane, hêzên herî bijartî yên artêşa Tirk û dewleta Tirk tasfiye kirine. Dewleta Tirk a dagirker di dema pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de bi derbên ku xwaribû sendromên mezin jiya û leşker û polîsan wan hê jî ev sendrom derbas nekirine. Pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê diyar kiriye ku dewleta Tirk çiqasî êrîşên mezin bike jî gelê me ne bê alternatîf e, ew ê li hemberî zilmê stûyê xwe xwar neke, wê her cure berdêlê bide ber çavê xwe û li ber xwe bide. Heval Mordem ê ku yek ji mîmarê Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê bûye û yek ji kedkarên mezin bû, pêşengtî ji vê pêvajoyê re kiriye, hemû gelên Şirnexê jê hez û bawer kirine.

Heval Mordem piştre berxwedana xwe li herêma Besta daye domandin, li çiya, bajar û deştan derbên giran li artêşa Tirk xistiye. Her dem di nav lêgerînê de bû ku ew karibe derbê li dijmin bixe û tola gel hilîne. Bi tecrubeya xwe ya mezin û serkeftî wî peywirên girîng stendiye û mîsyoneke mezin wergirtiye. Wî her dem şoreşgeriya derwêşane ji xwe re kiriye esas. Bi mutevazîbûn, kedkarî, tevlêbûna bi coş, hevaltiya xwe ya samîmî, keramet û cesareta xwe di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Heval Mordem di êrîşa artêşa Tirk a di 5’ê Îlona 2017’an de şehîd bûye. Heval Mordem şoreşgerekî wisa bû ku, cihê wî nedihat tijîkirin. Ew bûye fermandarekî ku welatparêziya Botanê, ciwanên Kurdistanê û şoreşgeriya Apoyî bi awayê herî rast û xurt di kesayetiya xwe de şênber bike. Bi helwest, cesaret, kesayet û hevaltî û fermandariya xwe wî nirxên mezin ava kir û şopeke mezin li dû xwe hişt. Wê bîranîna xurt a heval Mordem û pratîka wî her dem rê nîşanî me bide, ciwanên Botanê di serî de wê ciwanên Kurd wan mînak bistînin. Wê armancên heval Mordem teqez bi ser bikeve, têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bigihêje serfiraziyê.

Malbata hêja û welatparêz a Şêx ku malbata heval Mordem di serî de, em sersaxiyê ji gelê Botanê û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Nivîsa Pêş