BEHDİNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî dabû:
“17’ê Tebaxê saet di 18:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, dronek li ser qadê digeriya ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin.”
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin wergirtin, hêzên gerîla dest danîn ser droneyê û dîmenên wê.
Dîmenê ketinê jî ji aliyê droneyê bi xwe ve hate kişandin. Hişê qeydkirinê yê droneyên beriya niha hatibûn xistin îmha bûbûn.