NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla…..
An jî bi awayekî rûreş, bi awayekî xwe belav kirî, bi awayekî kesayeta xwe neparastî, di nava gemara welatê ku lê wezîfedar
de kesayet û wezîfeya xwe biqedanda” Pirsên bi wî rengî di mejiyê heval de, hestên bi wî rengî jî di dilê heval de diçûn û dihatin.
Heval, bi vî rengî xwe li ser nivînan dirêj kir. Lê belê, her li ser anîna xwe ya vê derê difikirî. Hecî ji bo çi ew anîbû vê derê? Bi
rastî, gelo heval hatibûn çehîdkirin? Bi rastî di bêrîka hevalêkî de, telefona hevalê beriya wî wezîfedar, hatibû girtin an jî ew xapandinek, dekûdolabek bû… Dibe ku dekûdolab be, dibe ku rast be jî. Heval bi vî rengî di nav nivînan de dirêjkirîbû; lê heya ku tava rojê di pencerê de li mezelê ku ew tê de nivistibû xist, ew di nav nivînan de gevizî ha gevizî…
Wextê taçtê xwarinê Heciyê zikmeçk li zenga deriyê malê da. Heval, deriyê malê jê re vekir. Bi silavê derbasî jor bû. Ji xwe li gel
wan rojbaç kêm bi kar dianîn. Ji bo ku silav silava Xwedê bû, silavê cihê rojbaçê jî dadigirt. Hecî ji heval re got:
-Em biçin li derve li xwaringehekê taştêya xwe bixwin; li vir serûpê jî û avgoştê jî xweş çêdikin.
-Bila bi dilê te be, Hecî.
-Beriya hefteyekê jî ez û tu em çûbûn cihekî, me hingiv û rûnê nivişk bi taştê re xwaribû. Dîsan em biçin wê derê çêtir e.
-Ji ber ku, li ser hevdu çûna cihekî nebaş e. Ji bo min jî ji bo te jî. Dijminê min jî zor in, çiqas hîn kesek te nas nake jî, ji bo te jî li
ser hev çûna cihekî nebaş e, heval!
-Bi kêfa te ye Hecî…
Heval û Heciyê zikmeşk ji malê derketin. Li taksiya ku Hecî diajot siwar bûn, di nav bajêr de berê xwe dan xwaringehê. Ji ber
ku sibe bû, hîn her der tenha bû. Lewma zû gihîştin xwaringehê. Hecî avgoşt xwar, heval jî serûpê… Heciyê zikmeşk bê dil destê
xwe avêt bêrîka xwe; lê heval beriya wî destê xwe avêt berîka xwe, bi awayekî lezgîn pere ji bêrîka xwe derxistin, direjî garson
kirin… Ji Hecî re jî:
-Di navbera min û te de tu ferq nîn e. Ha te pere dane ha min, ferq nake…
Hecî ji bo ku garson nasê wî bû, bi awayekî germ gote garson:
-Xweda Hafiz.
-Xweda Hafiz, Hecî.
-Heval îro min dixwest ku ez te li nava bajêr bigerînim, lê li daîreyê pir karên min hene, ji ber vê yekê bibexşîne. Ez ê rojeke
din te bigerînim.
-Xem nake Hecî.
Heval li kêlaka Hecî, li taksiyê siwar bû, ber bi mala ku heval lê dimîne Hecî taksî ajot…
Di pêşiya sê avahiyên fermî re Hecî taksî ajot û heval re got:
-Ev avahî; yek a îstibaratê ye, yek a polîsan e, ya din jî ya leşkeran e. Tu li ber van deran qet negerî çêtir e. Di heman demê de nebe ku tu dîmenên wan deran bikişînî! Dîmenên van deran kişandin qedexe ye! Cezayê wê jî di zagonên me de giran e û li her derê van avahiyan jî kamera hene!
-Spas Hecî, ji bo agahî û hişyariyên te.
Heval li bêr deriyê mala partiyê ya komunê ji taksiyê peya bû. Wexta ku xatirê xwe xwest, Hecî gote Heval:
-Em ê danê êvarê biçin mala te. Nîvro jî ez ê ji bo te firavînê bînim.
-Spas Hecî.
Hecî ji nik heval çû. Heval dîsan ma bi tena serê xwe. Lê belê, ew roja ku heval êdî biçe mala xwe, ji bo heval ne rojeke bi weswese bû; rojeke bi hêsan û rojeke xweş bû. Heval, heya nîvro bêhna xwe veda… Lê, wexta ku Heciyê zikmeşk firavîn ji heval re anî, ew hêsaniya rojê, xweşikiya rojê, dîsan çûna xwe ji wesweseyê re hişt… Heciyê zikmeşk wexta ku hatibû cem heval, li devê dêriyê xanî piştî silavê ji heval re gotibû; “pêwîst e em mala te biguherin, pêwîst e em xaniyekî ku cihê wê ji bo ewlekariyê baş be ji bo te kirê bikin.” Her duyan bi hevdu re li ser maseyê sifre danîn, pêkve dest bi xwarinê kirin… Wexta ku Hecî behsa guherandina malê kir, mirûzê heval ji nişkê ve tirş bû. Hecî, bi vê yekê hisiya û ji heval pirsî:
-Ji bo çi mirûzê te tirş bû, heval? Me, di xizmetê de hin kemasî kirin gelo?
-Na, Hecî. We di xizmetê de tu kemasî nekirin, ez ji we pir memnûn im. Min îsoteke pir tûj xwar ji ber vê yekê mirûzê min
tirş bû.
-Min jî got, qey me di xizmetê de hin kemasî kirin. Eger ku dilê te nace kebabê, ez biçim xwarineke din ji te re bînim.
-Spas Hecî; ez ji vê xwarinê gelekî memnûn im.
-Hecî depozîto û kirê çiqas e?
-Depozîto, pêkan e (gengaz) heft an jî heçt mîlyon tumen; kirê jî pêkan e ku sed an jî sed û pêncî hezar tumen be.
-Ma qey li her taxekê depozîto û kirê wek hevdu ne? Ma li hin taxan bihatir, li hin taxan jî ne erzantir e?
-Belê heval, li hin taxan depozîto û kirê ya avahiyan gelekî biha ye. Li hin taxan jî erzantir e. Li hin taxan jixwe kesên wek me
nikarin rûnîn. Li wan taxan ên ku cuzdanê wan tije ne, dikarin rûnin.
Heval dev li ken ji Hecî pirsî:
-Ma çiqasî biha ne?
-Depozîto deh an jî panzdeh mîlyon tumen, kirê jî ji sê sed hezar tumenî heya pênc sed hezar tumen wê biçe…
Hecî ji cem heval çû. Heval ji ber depozîto û kirê pir bêzar bû. Ji xwe ligel heval tene sê mîlyon tumen hebûn. Heval ji ber depozîtoyê ket nava fikaran. Dê ewqas pere çawa peyde bikira? Sê çar kesên ku hevalê beriya wî bi wî dabûn nasandin hebûn. Ji bo ku carekê yan jî du caran dîtibû cihê mala wan jî dernedixist. Eger ku malê wan derxistiba jî ka dê bi heval re alîkarî kiribana an nekiribana, ev yek jî hîn ne diyar bû. Ji hevalên xwe xwestin jî ne li gorî exlaq û nirxên wan bû. Pêwîst bû heval bi xwe mesrefê pêdiviyên xwe peyda kiriba. Wexta ku perê zêde bi dest ketin jî dê ew rê kiriba ji hevalên xwe re. Di nava van hizir û fikaran de heval nizanîbû çawa wext derbas bû. Wexta ku Hecî bi telefonê xeber da û gote heval; “ez ê bêm te bibim mala te,” heval zanîbû ku roj çûye ava. Hecî piştî çend xulekan hat li zenga deriyê hewşê da, gote heval; “em pêşî biçin li xwaringehekê xwarinê bixwin, paşê jî ez ê te bibim mala te.
Heval spasiya Hecî kir, gotê; “dilê min naçê xwarine, em biçin mala me çêtir e.” Hecî jî li gorî heval tevgeriya. Heval bir mala komunê. Li ber deriyê malê ji Heciyê zikmeşk re got:
-Kerem bike jor, Hecî.
-Spas heval; ez ê biçim malê, zarok li bendî min in.
Dê berdewam bike….