NAVENDA NÛÇEYAN – Taybetmendiyên demoqrasiya me;
1- Demokrasiya Radîkal
Mebest ji radîkalbûnê ev e: demokrasî pêwîst e li derveyî dewletê be. Ji ber ku gel û dewlet du hebûnên ku ji hevdu cuda ne û demokrasî jî xwe birêveberin û terzê jiyana gel bixwe ye, ev wisa ye. Ango xwezaya civakê, haveynê dewletê û naveroka demokrasiyê me mecbûr dike ku em di derbarê demokrasiyê de bi vî awayî bifikirin. Li ser vî esasî, ji tu organîzasyon û rejîmên navsîstemî re em nabêjin demokrasî. Ango tiştên dewletî em wek demokrasî nagirin dest. Di vê çarçoveyê de taybetmendiya demokrasiyê ya radîkalbûnê, tê wateya li derveyî dewletbûnê. Lewra, yên li ser navê civakê tevdigerin divê sîstemên xwe bi amûr û rêbazên desthilatdaran ava nekin. Ango li derveyî dewletê bin. Di vir de wexta em dibêjin li derveyî sîstemê bûn, em behsa li derveyî sînorên dewletê nakin. Tişta em behsê dikin di nava hidûdên dewletê de jî rêxistinkirina gel a li derveyî dewletê ye. Li derveyî sîstemêbûn nebe, demokrasiya radîkal jî nabe. Ji ber ku tu navsîstemî bî tu nikarî li hemberî sîstemê jî têbikoşî. Di cevher de nav sîstemîbûn ê sîstemê bûn e.
2- Demokrasiya Kûr
Mebest ev e: ne tenê di rê û rêbaz bikaranînê de demokrat bûn e, di jiyanê de jî demokrat bûyîn e. Di jiyanê de demokratbûn nebe, demokrasî jî nabe. Tenê di rê û rêbaz de demokrasî têrê nake, ango di nava komekî de eger her kes bikaribe xwe tevlî biryar girtinan bike, ew yek nayê wê wateyê ku li wê derê demokrasî heye. Mînak di ‘demokrasiya Atînayê’ (di cevher de ev ne demokrasî ye, komar e.) de desthilatdar xwe bi xwe birêve dibin. Naxwe yên xwe bi xwe birêve dibin ne tenê gel in, di heman demê de desthilatdar jî dikarin xwe bi xwe xwe birêve bibin. Baş e, em ê ji vê re bibêjin demokrasi? Di rêveberina kar de her kes xwe tevlê dike, ango di xuyanê de demokrasî li wir heye, mafê her kesî heye ji bo bibe fermandar, bibe karmendên dewletê, rêveberê dewletê û her kes mafên xwe yên polîtîkayê jî bikar tîne… Lê, sîstema wan a mêrên desthilatdar û hemwelatiyên Atînayê ye. Li wê derê sîstem, ji ber tu mafê jinê tune ye cînsiyetparêz e, ji ber kole hene koledar e, ji ber ên ne hemwelatiyê Atînayê bin nikarin van mafan bikarbînin, a hemwelatiyên Atînayê ye. Em bala xwe bidinê ‘demokrasiya’ wan a hin kesan e, ne ya her kesî ye. Her tişt tenê di destê mêrê desthilatdar de ye. Li ser vî esasî di vir de gel/civak ne xurt in, ê ku xwe xurt kiriye, li ser navê demokrasiyê desthilatdar bi xwe ne. Wexta jiyan demokratîk nebû, rê û rêbazên wek demokratîk dixuyên kêrî xurtkirina dewletê û desthilatdariyê tên. Dişibe vî tiştî, mînak konfederasyona dewletan jî heye. Yanê hemû konfederasyon ne mecbûr in demokratîk bin. Dewlet wexta konfederasyonan pêş dixin, ji bo berjewendî û hêza xwe xurt bikin, pêş dixin. Em dîqet bikin bi têkîliyên konfederal dewlet yanê desthilatdarî xurt dibe. Dewsa yek dewletî hêjmareke zêde dewlet hêza xwe dikin yek. Civak eger li ser esasê têkîliyên konfederal bê gel hev wê demê jî civak xurtir dibe. Bi kurtasî demokrasiya kûr, ew demokrasiya ku di jiyanê de jî demokrat e. Di jiyanê de demokratîkbûn nebe, ne mumkin e ku li wê derê civak xurt bibe, ango demokrasî pêk bê. Ji bo vê jî divê jiyan ji her cure nexweşiyên sîstema hiyerarşîk û dewletparêz bê paqijkirin. Di derbarê hemû cureyên îqtîdarê de tu valatî neyê hîştin. Ji ber bi zihniyeteke îqtîdarparêz nabe ku jiyan demokratîk bibe, mirov azad be, gel bihêz be.
3- Demokrasiya Rasterast
Bi demokrasiya rasterast mebest ev e: pêwîst e siyasetê gel bi xwe bike. Di halê heyî de bi taybet jî di demokrasiya Rojava de têgihîştina demokrasiya temsîlî derbasdar e. Çend salan carekî gel diçe ser sandoqan û nûnerên xwe hildibijêre. Li ser navê gel nûner tên hilbijartin û diçin parlamentoyê û ‘polîtîka’yê dikin. Ji gel re jî dibêjin bi vî şeklî tu xwe birêve dibî. Halbûkî yê xwe birêve dibe ne gel e. Ew kesên li ser navê gel tên hilbijartin wexta diçin parlamenê dikevin nava çerxa dewletê û li gorî berjewendiyên xwe û ê dewletê tevdigerin. Ji bo wê yekê jî demokrasiya temsîlî di roja me ya îro de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê têrê nake. Û di heman demê de ev cureya demokrasiyê derfetê nade ku gel bi her awayî aktîf bibe. Di demokrasiya temsîlî de gel di derbarê jiyana xwe de nikare nîqaş bike, biryaran bigre. Mînak parlementerekî/e bajêr ango parlementerê/a bajarekî wê çawa bikaribe pirsgirêkên wî bajarî hemûyan nas bike û jê re çareseriyan peyda bike. Çi haya wî/ê ji pirsgirêkên gundan heye? Nabe ku gund ji paytextan bên birêveberin. Têgihîştina demokrasiya rasterat xwe dispêrê cewherê mirov. Dibêje madem mirov hebûneke xurt e, dagirtî ye û polîtîk e, wê demê divê her kes bibe xwediyê jiyana xwe. Polîtîk tevbigere. Polîtîka çî ye? Polîtîka li ser karê civakê fikirîn e, plan û proje derxistin e, civak pêş xistin û xweşikkirin e… Li ser vî esasî polîtîka jî taybetmendiyeke civakê ye. Nabe ku dewlet civakê xweşik bike, hemû dewlet li dijî civakê ne û ji ber civakê xurt nakin, di heman demê de polîtîkayê jî nakin. Ji tişta ew dikin re em dibêjin îdarekirin. Lewra, di demokrasiya temsîlî de her kes polîtîkayê nake, hin kes li ser navê gel di nava çerxa dewletê de qaşo polîtîkayê dikin. Ji ber mirov polîtîk in û yên ku pirsgirêka dijî civak bi xwe ye, wê demê li ku derê mirov hebin li wê derê pêwîst e polîtîka bê kirin. Pêwîst e hemû mirov bi xwe di derbarê xwe de nîqaş bikin, bîryaran bigrin û dîsa wan bîryarên ku tên girtin jî pêk bînin.
4- Demokrasiya Komunal Mebest ji komunalbûnê ev e, demokrasî encax dikare komunal be. Li derveyî komunalbûnê têgihîştineke demokrasiyê ne mumkin e. Rêbertiyê ev bi vî awayî formule kir: “a demokratîk komunal e, yê komunal jî demokratîk e.” Ji ber ku demokrasî rêvebirina gel a bi xwe bi xwe ye, divê gel xurt be. Ji bo gel jî xurt bibe, divê hemû endam û beşên civakê bikaribin hêza xwe derbixin holê û hêzên xwe bikin yek. Ango ji bo civakê bihêz bûn, ji komunbûnê re derbas dibe. Bihêzbûna civakê, bi kombûnê çêdibe. Di nava civakên perçeyî de, bi têkiliyên ezez re wê hêza civakê dernekeve holê. Madem demokrasî tê wateya xurtbûna civakê, eşkere ye ev ê bi nêzîkatiyên ezez pêkneyê. Ezezîtî tovê sîstema hiyerarşîk û dewletparêz e. Ji xwe komunbûn haveynê xwezaya civakê ye, ezezîtî jî haveynê sîstema desthilatdar e ango ya dewletê ye. Li ser vî esasî ya komunal bi awayekî xwezayî demokratîk e, ji ber ku komunbûn tiştekî civakî ye. Di komunbûnê de hêza yek kesî ya her kesî ye, hêza her kesî jî ya yek kesî ye. Ango yekbûn heye. Bi vî awayî ne mumkin e ku tiştekî komunî li derveyî civakê be.
Komûnbûn bi her awayî civakîbûn e. Tişta ku civakê xurt dike jî komunbûn bixwe ye. Dîsa xwezaya jiyanê bi xwe, jiyana civaka xwezayî
bi xwe jî komunal e. Komunalbûn şert û mercê hebûna mirov e û tu zindî jî nikare bi şert û mercên xwe bilîze û li gorî wê tevnegere. Ango
tu zindî nikare ji derveyî ekosîstema xwe bikaribe hebe. Li ser vî esasî mirov ji bo hebûna xwe berdewam bike, mecbûr e komunal be, civakî
be. Ji xwe Rêbertiyê ji bo vê yekê got: “divê her kes bibe endamê/a komunê. Ên ku ne endamê/a komunan e, silavên min ji wan re tune ye.” Dîsa got “ez têgihîştina xwe ya demokrasiyê dispêrim grûb û komunan.”Baş e, yê demokratîk çawa komunal e? Ji ber ku yekî/e ezez li
dijî cevherê mirovbûnê, li dijî civakîbûnê tevdigere, civakbûnê lewaz dike… nikare bêje ez demokrat im. Ji ber vê yekê ye ya demokratîk
komunal e, ya komunal jî demokratîk e.
Dê berdewam bike…..