NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyên herêmî dema komek gerîla li herêma Xelîfan ya Soranê di tevgerê de bûne balafira bê mirov û bi çek a artêşa Tirk destpêkê cihên gerîla bombebaran kiriye û piştre jî çekdarên PDK’ê êrîşî gerîla kirine.
Li gorî agahiyan heya niha jî çekdarên PDK’ê koma gerîla dorpêçkirine, pevçûneke dijwar heye. Her wiha hate gotin, şehîd û birîndar jî hene. Lê ev agahî hîn ji aliyê çavkaniyên gerîla bi temamî ne hatine pişterast kirin.
Xelîfan ser bi herêma Sorane û girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye. Berê jî du komên din yên gerîla li vê herêmê ketibûn kemîna çekdarên PDK’ê û di encamê de 9 gerîla şehîd ketibûn.