NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Dîroka dewleta Tirk a faşîst dîroka komkujiyan e. Xwedî karakterekî faşîst e. Kevneşopiya dewletê ya faşîst ku heman piştî damezrandinê bi komkujiya Ermenan destpê kir, piştre bi komkujiyên Koçgirî, Şêx Seîd, Zîlan, Dersim û Rûm dewam kir, îro jî hîn didome. Bi pratîka xwe ya komkujiyan xwestin vê cografyayê li gelan bikin goristan. Partî û kesên li ser desthilatdariyê hatibin guhertin jî di zîhniyetê de ti guhertin nebû. Ev hêza ku komkujî kir, xwe ji siyaset û mejiyê kujer xwedî dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku weke polîtîkayeke dewletê, di 6’ê Îlonê de li Stenbolê û gelek bajarên cuda êrîş û talanê destpê kir, di 7’ê Îlonê de jî dewam kir û hate gotin, “Li gorî daneyên fermî ji Rûm, Ermen û Yahûdiyan 12 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn. Dest avêtin nêzî 500 jinan. Mal, sînagog, dêr, keşîşxane, dibistan û kargeh jî di nav de êrîş li 5317 deveran hate kirin. Piştre jî Rûm neçar man malê xwe û cihên xwe yên bi hezaran salî biterikînin. Ji aliyekî ve bawerî û etnîkên cuda hatin qetilkirin, li aliyê din jî malên van gelan hatin desteserkirin û hewl dan ku bikin ‘serweta milî’.”
HBDH’ê diyar kir ku êrîşên ku di 6-7’ê Îlona 1955’an de qewimîn îro jî dewam dikin û işaret bi komkujiyên li Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li dijî mejiyê faşîst ku ji bo gel û baweriyan meseleyeke man û nemanê ye, bi têkoşîna bi hev re serketin dikare bê bidestxistin. Bi têkoşîneke hevpar a hemû beşên civakê, şert û mercên jiyana azad a gelan û bindestan dikare bê afirandin. Ji bo vê jî erka herî girîng a hemû gelên bindest e ku têkoşîna şoreşê ya yekbûyî mezin bikin.”
HBDH’ê destnîşan kir ku wê hesab teqez ji dewleta kujer bê pirsîn û kesên di komkujiya 6-7’ê Îlonê de hatin qetilkirin bi rêz bi bîr anî.