NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla……
Heval derbasî jor bû. Lê, pir bi fikar û weswese bû. Dilê wî nediçû xwarinê, ne jî vexwarinê. Televîzyon vekir. Lê, di televîzyonê de çi dihat weçandin, temaşe nedikir. Di televîzyonê de çi dihat axaftin, guhdarî nedikir. Heya derengiya şevê bi wî rengî li ber televîzyone rûnişt; li ser kursî. Her difikirî; “ez ê pereyê mala nû ya ku kirê bikim ji kê bixwazim? Ji ku derê peyda bikim? Ez biçim nik kê, ji kê pereyê kirê û depozîto bixwazim?” Ji ber vê yekê, wê
çevê qet nenivist, heya sibê. Xwêdanê di pişta wî re avet. Di nava nivînan de her gewîzî û gewizî… Sibehê di dilê xwe de got; “ew du kes hene, ew kesên ku saya serê PKK’ê cuzdanên xwe miştkirî, cuzdanên xwe dagirtî… Ew kesên ku di her civatê de bi navê partî diaxivin û di civatan de dibêjin ku ji bo Serok Apo, PKK û Kurdistanê namûs jî tê de em ê her tiştekî xwe feda bikin…”
Sibehê wexta ku ji nav nivînan derket, çû destşoyê. Kêliyekê serê xwe da ber ava cemîdî. Çay ji bo xwe amade kir. Bi penêr û çend zeytûnan xwirîniya şikand. Berê xwe da ew her du kesên qaço dostên PKK’ê ne… Ew kesên ku di civatan de diaxifin dibêjin; “em ê namûs jî tê de her tiştekî xwe ji bo Serok Apo, PKK, Gelê Kurd û Kurdistanê feda bikin.” Heval, di wextên cuda de çû mala her du kesên qaşo dost. Her duyan jî wek hevdu heval pêşwazî kirin. Wexta ku heval dîtin, bêdil pêşwazî kirin. Heta her duyan jî heval li ber deriyê mala xwe demeke dûr û dîrej, li ser piyan dane sekinandin. Bersiva her du hîz û dizan jî ji bo heval wek hevdu bû. Her duyan jî ji heval re gotin:
-Destê me gelekî teng e. Bazirganî qet nabe, em zarokên xwe bi kotekî, bi deynan xwedî dikin. Rewşa Îranê jî êdî li hemberî we ne baş e. Ji ber ku PJAK ji aliyê we de hate damezrandin, êdî çavên Komara Îslamî her li ser me ye. Tu bi xwe jî dizane, li Îrane dardekirin heye, ger tu jî êdî yekcar neyê mala me em ê kêfxweş û minetdar bibin. Tu ji me pereyan dixwaze; perê we pir in, ji hevalên xwe bixwaze hîn çêtir e. Heval ji cem wan bi mûrizekî tirş rabû. Bêdil xatirê xwe ji wan xwest û berê xwe da mala ku lê dimîne.
Piştî ku helwesta wan kesên bi axaftinê dost, di kiryarê de dijmin û bi talûke bi çavên serê xwe dît û bi guhên wî jî bihîstin, barê heval hîn girantir bû: Ji aliyê hizir, fikar û kiryarê de… Heval her bi xwe re di nava nîqaşê de bû. Heval xwe bi xwe digot; “eger ku dostaniya wan ev e, bila ev dostanî di bin erdê keve, bila dostên wisa nebin, hîn çêtir e. Dijmin, ji dostên wisa çêtir e. Mirov dizane ku dijmin çi ye. Lê, mirov nizane ku kêngî zilamên wisa hîz û diz, helwesta wan li hemberî mirov dê çi be? Beriya helwesta wan a ku hem tu alîkarî ji heval re nekiribûn, hem jî rûyê xwe li heval badabûn, ji heval re gotibûn, “careke din neyê mala me.” Heval ji wan gelekî bêzar bibû. Lê belê, piştî demekê heval ku hîna zêdetir li ser helwesta wan hizirî, bêzariya heval çûna xwe ji kêfxweşî ye re, ji dilçadiyê re hiçt. Ango heval ew nas kiribûn, beriya helwesta wan a neyînî heval di bin bandora axaftinên wan de bû. Ew axaftinên wan ên ku digotin; “namûs jî tê, de em ê ji bo Serok Apo, PKK, Gelê Kurd û Kurdistanê her tiştekî bidin…” Heval bi xwe re di derheqê wan de êdî dev ji monologan berdida û êdî wan ji dijmin jî hîn bi tehlûke dihesibandin. Êdî heval qet ji wan bawer nedikir.
Dê berdewam bike………