NAVENDA NÛÇEYAN – Kondefederalîzma demokratîk, konfederalîzma demokrasiyê ye. Hemû konfederalîzm mecbûr nîn in demokratîk bin. Wekî me li jorê jî anî ziman dewlet jî dikarin konfederalîzman ava bikin. Wexta dewlet konfederalîzmê ava dikin, ji bo desthilatdariya xwe xurtir bikin, ava dikin. Dewletên konfederal, ew dewletên ku hêza xwe mezin kirine ne. Mînak hêza yek dewletî bisînor e, lê wexta pir dewlet li ser esasê konfederalîzmê hatin gel hev, wê demê hêza wan dewletan zêdetir dibe. Di rewşeke bi vî awayî de têkîliyên konfederal li ser esasê xurtkirina desthilatdariyê hatiye bikaranîn. Ji bo vê yekê jî her tim têkîliyên konfederal mecbûr nîn in encamên demokratîk derbixin. Dîsa konfederalîzm di heman demê de di navbera saziyên civakî de jî dikare pêk bê. Di vê xalê de cûdahiya konfederalîzma demokratîk ji yên dîtir çîye? Bi konfederalîzma demokratîk mebest konfederalîzma civakê ye. Ango konfederalîzma ‘demos’ê ye. ‘Demos’ tê zanîn gel e. ‘Gel’ wek naverok ew civaka ku li derveyî tebeqeya dewletê maye ye. Gel xwe li her derê birêxistin dike û bêhejmar rêxistinan ava dike û ev rêxistin jî bi konfederalîzma demokratîk xwe bi hev ve girêdidin. Konfederalîzma demokratîk tê wateya sîstema rêxistinên civakê. Saziyên civakî dikarin di nava konfederalîzma demokratîk de cih bigirin, xwe ifade bikin, lê ev sîstem tenê ji wan pêk nayê. Konfederalîzma demokratîk wek du peyvên ku divê rast bên fêmkirin hatiye damezirandin. Ji van peyvan ‘konfederalîzm’, têkiliyên nerm diyar dike, têkîliyên ku înîsiyatîfê dide her beşê. Ev cureyê têkîliyê azadiyê di nava xwe de dihewîne. Têkîliyên konfederal di nava xwe de serbixwebûnê dihewîne. Bi têgîna ‘demokrasî’yê jî, mebest ev e: li derveyî dewletê bûyîn e. Wexta em behsa demokrasiyê dikin, em herî zêde jî behsa li derveyî dewletbûnê dikin. Rêbertiyê sîstema konfederalîzma demokratîk şibande, tizbiyê. KONGRA-GEL jî wekî îmamoka vê tizbiyê girte dest. Her liba tizbiyê mirov wekî yekeyeke (birim) civakê bigire dest. Her lib (yeke) bi serê xwe hebûnek e û her hebûn jî birûmet e. Lê tu lib jî bi serê xwe nikare bibe tizbî, yanê civak. Ji bo ev libên biînîsiyatîf bikaribin bibin tizbî, divê tiştek wan bîne cem hev. Ev tişt jî ben e. Tam jî di vê xalê de di konfederalîzma demokratîk de jî eynî wekî libên tizbiyê girîngiya hemû beşên civakê (jin, ciwan, ol, etnîsîte… cur be curbûna civakê) heye, hemû biînîsiyatîf in, lê yek ji wan jî nikare bi her awayî civakê înşa bike. Ji bo ew beşên biînîsiyatîf û serbixwe bikaribin civakê înşa bikin, divê bên cem hev. Ji ber em hewl didin civakê xurtir bikin, em hewl nadin civakê parçe bikin. Ji ber ku civakîbûn şert û mercên hebûna mirov e. Desthilatdar ji bo bikaribin civakê birêvebibin civakê parçe dikin. Ji bo vê jî her cûre parçekirin berhema sîstema hiyerarşîk û dewletparêz e. Beşên konfederalîzma demokratîk jî wekî beşên an jî parçeyên civaka xwezayî birûmet in. Beşên civakê di wê civakê de li
ser hev nebûn, li kêleka hev bûn. Bi hev re li ser esasê wekhevî û azadiyê dijiyan. Bi kurtasî ji ber ku dizanibûn dema ku ên din hebin ew bi xwe jî hene û dema ku yên din nebin ew bi xwe jî tune ne, di asta herî jor de civakî, komunal tevdigeriyan. Ji ber ku zihniyet komunal bû, dikaribûn ‘wekheviya newekhevan’ ava bikin… Di sîstema konfederalîzma demokratîk de jî her parçe, beş, rêxistin biînîsiyatîf e. Her beşa civakê wê hêza xwe ya mêjî, pratîkî bi her awayî derbixe holê. Pêşiya her kesî wê vekirî be. Lê di heman demê de ev beş, parçe bê serobero jî tevnagerin. Ji bo bikaribin civakeke xurt înşa bikin, divê hemû parçe û beş hêza xwe bikin yek. Ji bo hêza xwe bikin yek jî, ji wan re benê tizbiyê lazim e. Ew ben jî di konfederalîzma demokratîk de jiyan û zîhniyeta demokratîk e, ango demokrasî ye. Bi kurtasî înîsiyatîfa konfederal û terzê jiyana demokratîk li hev dikin û konfederalîzma demokratîk înşa dikin. Heke terzê jiyanê demokratîk nebe, fikirîna komunal esas nebe, li wir wê konfederalîzma demokratîk dernekeve. Li wir tenê û ancax wê înîsiyatîfa parçeyan, înîsiyatîfa yekeyên cur be cur derkeve. Ev jî ji ber parçebûnê ji holê ranake, didomîne, halê heyî nikare biguherîne. Bi vî awayî jî desthilatdarî didome.
Tişta ku di dema îlankirina konfederalîzma demokratîk de hate serê me hinekî jî ev bû. Rewşeke wisa derketibû ku rêxistineke me nikaribû midaxaleyî karê saziyeke me ya din bike. Qaşo komîteyan, parçeyan, yekeyan, saziyan înîsiyatîf qezenç kiribûn. Divê bi xwe bifikiriyana, bi xwe nîqaş pêş bixistana û bi xwe pêk bianiyana. … Pişt re
her kesî kar di nava xwe de par ve kirin û karên xwe, ji beşên din re girtin, gotin ‘ev a min e.’ Qaşo me, ev sîstem li hemberî desthilatdariyê pêş dixist, me yê ew sîstem têk bibira, lê me dît ku di encamê de dewletokên biçûk derketin holê. Me navendên îqtîdarê ava kir. Ji bo vê jî em ji hin milan ve ji berê jî bêhêztir bûn, ji ber ku parçebûn derket holê. Heta hin deran ên ku xwaziya xwe ji berê anîn jî derketin. Wate nedane hev qas saziyan. Halbukî me ev sazî, ji bo her kes mecalê derxistina potansiyela xwe bibîne, her kes bifikire, her kes biafirîne û li ser vî esasî jî hêza civakê derkeve holê çêkirin. Madem mirov gerdûna duyemîn e, hêza wî têra her tiştî dike, wê demê divê organ hebin ku ew mirov bikaribin xwe tê de îfade bikin, biaxivin, biafirînin… Bi kurtasî ji bo mirov bikaribin polîtîkayê bikin, ango li gorî cewherê xwe tevbigerin ev sazî hatin damezirandin. Ev jî ji bo civakeke xurt derkeve holê bû. Lê wisa nemeşiya û hê jî bi qasî tê xwestin nameşe. Nêzîkatiyên ku beşan, parçeyan dike milkê xwe, nahêle kes tevlî bibe derketin û derdikevin. Nêzîkatiyên ku xwe li hemberî tu tiştî berpirsiyar nabîne derdikevin. Di encamê de tiştên ku qaşo li hemberî dewletê derketibûn, dibin dewlet bi xwe…
Dê berdewam bike…..