TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêbertî, werin cenga azadiyê” çalakiya kon vedanê ku wê du rojan dewam bike li darxistin.
Kona çalakiyê ya ciwanan li Navenda Yekîtiya Werzîşê ya Tebqayê hate vegirtin û bi beşdarvanên saziyên sivîl û leşkerî wê her du rojên xwe berdewam bike.
Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de şandeyên komîte, nivîsgeh û gerînendeyên Rêveberiyên Sivîl ên Demokratîk ên li Tebqa û gundewê wê amade bûn.
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tebqa Diya’edîn Mihemed axivî û got: “Ji bo piştgirî û wefedariya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker me ev çalakiya xwe li darxist.”
Diya’edîn Mihemed anî ziman ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên ciwanên şoreşger û jinên ciwan bi aramnca rizgarkirina fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê û cîhanê pêk tîne, li dardixe.
Ciwanan bang li sazî û rêxistinên navnetewî kirin ku, ji êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ê dagirker re sînorekê dayînin û helwestên xwe nîşan bidin. Heman demê de bang li gel û tevahî hêzên navnetewî kirin ku ji bo kiryarên dij mirovahiyê ku li Îmraliyê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin bê deng nemînin.
Di dawiyê de ciwanan diyar kirin ku projeya Netewa Demoqratîk wê ji bo wan pêşeroja azad ava bike.
Di çalakiya kon vedanê de ciwanê bi navê Riyad El-Dîn ku cihê xwe di nava rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Tebqayê de digire diyar kir ku wan ev çalakiya xwe ya kon vedanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vekirine û wiha berdewam kir; “Ev çalakiyên me wê nebin, çalakiyên me yên dawiyê. Emê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe her tim berdewam bikin. Ev çalakiya me ya kon vedanê wê heya du rojan dewam bike. Ji saziyên sivîl û leşkerî ve beşdarvan hatine. Ez û tevahî ciwanên şoreşger yên bajarê Tebqayê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin.”
Her wiha jina ciwan ya bi navê Diyana Mihemed jî wiha axivî; “Me îro çalakiyeke kon vedanê ji bo azadiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan vekirî. Ev çalakiya me wê heya du rojan dewam bike. Ji saziyên sivîl û leşkerî ve wê beşdariya konê çêbibe. Em weke jinên ciwan û tevahî jinên din, daxwaz dikin ku rêberê xwe fîzîkî azad bikin. Ji Rêber Apo re azadî.”