NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Welat Çiya yên HBDH’ê de hate ragihandin ku li Stenbol-Sîlîvriyê, li hemberî febrîqeya piştevanekî desthilatdariya faşîst ku alavên elektronîk çêdikir, roja 5’ê Îlonê çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, febrîqeya li taxa Alîpaşayê di encama çalakiya sabotajê de şewitî û xisareke mezin a madî lê bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yên ku kedkar û karkeran û gelên me biçûk dixînin, yên ku êrîşî nirxên wan dikin, bila zanibin; çalakiyên me vê gavê hişyariyên biçûk in. Em hînê nû destpê dikin. Hedê xwe zanibin! Yên ku piştgiriyê didin vê sîstema mêtinger û desthilatdariya faşîst, yên ku milîtaniyê ji vê sîstemê re dikin, di hedefa me de ne.”