NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor daneyên ku bîanetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kiriye, zilaman di meha Tebaxê de herî kêm 31 jin û 7 zarok qetil kirine.
Di meha Tebaxê de zilaman tundkarî herî kêm li 79 jinan kirine, herî kêm 12 zarokan îstismar kirine, herî kêm 13 jinan tacîz kirine û bi darê zorê bi 6 jinan fihûş dane kirin.
Zilaman di meha Tirmehê de herî kêm 28 jin û zarokek qetil kiribûn.