NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla……
Heval bi wan hizir û fikaran li taksiyekê siwar bû. Lê piştî li taksiyê siwar bû, çend xulekan şofêrê taksiyê di bin çavan re her li heval dinihêrî û şofêr, dev li ken bi zimanê Azerî ji heval pirsî:
-Hesaplar birbirine katşksan!(te hesap tevlihev kirine)
-Na Hecî, min hesap tevlihev nekirine! Ez îro pir xebitîm, ji ber vê ez gelekî westiya me.
şofêr bi serê xwe wek bêje; ji her halê te diyare ku pirsgirêkên te yên kûr û giran hene, tu ji bo çi înkar dikî? Bi devkî jî ji heval re got:
-Bila bi gotina te be… lê, ji her tevgera şofêr eçkere bû ku ji bersiva heval ne îqna ye…
şofêr, li cihê ku heval xwest ji taksiyê peya bibe, taksî da sekinandin. Heval ji taksiyê daket xwarê:
-Xweda Hafiz, Hecî.
-Xweda Hafiz, bira.
Di piyaderê de wexta ku heval ber bi mala xwe ve dimeşiya, çend kesên ku di piyaderê de dimeşiyan her li meşa heval dinihêrîn. Wexta ku heval bi vê yekê hisiya, xwest derbasî aliyê din ê rêka asfaltê bibe. Ji nişkê ve xwe avêt ser rêya asfaltê! Di wê kêliyê de taksiyekê hindik mabû heval bipelixîne! şofêr taksî da sekinandin, bi zimanekî nerm ji heval re got:
-Bira ma tu dixwazî bimirî, tu ji canê xwe bêzar e? Tê serê min jî bi xwe re têxe belayê! Ewqas zarokên min hene, ma tiştek bihata serê te wê kê zarokên min xwedî bikirina? Vê carê tiştek nehate serê te, xwedê tu parast. Careka din ku tu di rêkan re derbas bû, ji kerema xwe re li derdora xwe binêre, piştre derbas bibe…
-Spas Hecî, gotina te rast e… Li min biborîne.
-Çi nîn e, bira… Min pêl te bikira, tu birîndar bibûya an jî te jiyana xwe ji dest bida, heya heyatê wicdanê min rehet nedibû. Careke din di rêyan re wisa nemeşe.
-Careke din spas Hecî, min bibexşîne…
Heval, piştî vê bûyera ku hatibû serê wî û axaftinên giranbiha yên şofêr, xwe avêt mala xwe. Jixwe mala ku heval lê dima nêzîkî cihê bûyerê bû.
Heval, heya sibê li ser depozîto û kirêya mala nû hizîrî. Çend caran xwe di nava nivînan de dirêj kir. Lê, qet xewa wî nedihat. Kêlîyekê xilmaş dibû, piştre hişyar dibû. Yek caran derdiket hewşê digeriya. Bi vî awayî lê bû sibe. Çayek keland, bi hinek penêr û çend zeytûnan xwirîniya xwe şikand. Ji nişkê ve Zana û Zînê hate bîra wî! Hevalan ew bi wî dabûn nasandin. Ji bo tevgera azadîya gelê Kurd pir ked û berdêl dabûn. Her du jî canfeda ne. Ji bo
azadiya gelê Kurd xebitîbûn û hîn jî dixebitîn. Wan ne tenê ji bo PKK’ê xizmet kiribûn; ji qaçaxçiyan heya hemû tevgerên dîtir ên Kurdan, ji fedayînên gel heya mucahîdên xelq xizmeta gelek tevgeran kiribûn. Ew hemû, li mala Zana û Zîne bibûn mêvan, xwarina wan xwaribûn. Li mala wan bêhna xwe vedabûn, di nava nivînên wan de nivistibûn. Sohbeta wan a xweş a ku mirov qet jê têr nabe guhdarî kiribûn. Jixwe her du jî wek hevdu zana û jêhatî
bûn. Mirov ji axaftinên wan têr nedibû. Ji axaftinên wan pir gelek sûd werdigirt. Axaftinên wan pir giranbiha bûn.
Zana, Kurdekî ji binemalek Êzîdî bû. Zînê jî ji binemaleke Asûrî bû. Her du jî hatibûn ser dînê Misilmanan.Mirov di kesayeta wan de taybetmendiyên Êzîdiyan û Asûriyan jî didît. Zana yekî pir dilnizm, xweşbîn, jêhatî û wek navê xwe zana bû. Zînê, ji Zana jî zanatir bû. Mirov bêje, yek ji yê din zanatir bû, hîn çêtir e. Zînê, pir bi kêrhatî, çalak, dilnizm û destsivik bû. Bejna Zana bilind, pişta wî zirav difna wî wek nikilê teyrê baz, xwînşêrîn û şîl bû. Ji alî bedewî ye di ser Zînê re mirov li derdora wê jin nedidîtin. Zînê esmer, lêvên wê tenik, eniya wê tevî ku dayika pênc zarokan bû jî, qet ne qurmişî bû. Zîn tevî ku dayika du kur û sê keçan bû jî wek bûkeke teze xuyanî dikir. Zewaca wan wek mirov hin darên fêkî bitamîne (açilama), lêhatibû. Wek mirov darên sêvan, darên xoxan bitamîne lêhatî bû. Zarokên wan nîşana vê yekê bûn. Zarokên wan yek ji ya dîtir xweşiktir, zanatir û kêrhatîtir bûn.
Dê berdewam bike….