NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla…
Her astengiyên di jiyanê de derketibûn pêşiya wan jî bi feraset derbas kiribûn. Du kur û du keçan li Zankoya Ûrmiyê dixwendin. Keça wan a herî biçûk navê xwe Sîsê bû. Sîsê şeş salî bû. Lê, ewqas bi aqil bû ku mirov digot qey mezin bûye, paşê dîsan bûye zarok. Ji xwe tê gotin, dilê zarokan pir paqij e. Lê, dilê Sîsê di nava heft saliya xwe de herî paqij bû. Sîsê wek navê xwe sîs bû. Difna wê biçûk, çavên wê reçbelek bûn; nenûkên wê ewqas xweşik bûn ku mirov dixwest her li nenûkê wê binihêre. Dayik û xwişkên wê wexta ku karek dikirin, wê jî hema dest diavet wî karî. Mirov dixwest ku karê ew dixwaze bike, temaşe bike…
Heval di mejiyê xwe de bi wan çanasekirinên Zana, Zînê û zarokên wan ji mala xwe derket. Destê xwe li taksiyêkê bilind kir. Taksî sekinî. Heval gote şofêr, min bibe filan taxê. şofêr bi serê xwe got heval; baş e, ez ê te bibim.
Heval, ji taxa mala komunê heya mala Zana û Zînê bi şofêr re qet ne axifî, ne jî li derdora xwe mêze kir. Her çavên heval li rêka asfalt bû. Heval wexta ku şofêr gotê; “em hatin taxa ku dibêje,” pê hisiya ku hatine taxa ku mala Zana û Zîne lê ye… Heval destê xwe avêt berîka xwe ji bo ku pereyên şofêr bidê; şofêr bi zimanê Azerî gotê, “qabilî yoxtur (naxwaze, pêwîst nake)”. Heval jî gote şofêr; tu zarokan xwedî dike, pereyan bigire. Heval ji şofêr re got:
-Xweda Hafiz. şofêr bi vê gotinê heval bersivand û heval ji taksiyê peya bû. Berê xwe da mala Zana û Zîne… Nêzî mala Zana û Zînê deh panzdeh xulekan li derdora xwe nêrî. Heval, ji xwe wexta ku diçû serdana malekê her li derdora xwe dinêrî, ji bo ku bizane ka kes wî dişopînin an na. Bi wî awayî heval xwe li ber deriyê hewşa mala Zana û Zîne dît. Bi heyecan û bi coş li zenga deriyê hewşê da. Derî, Sîsê vekir. Heval bejna xwe xwar kir, her du hinarikên rûyê Sîsê maç kir. Sîsê bi lez û bez bazda jor, qet ji heval re negot tu çawa yî, tu baş î, jî. Jixwe Sîsê wexta ku heval didît, çend xulekan ji ber coş û heyacana dîtina heval nediaxifî. Vê carê jî wisa kir. Qet bi heval re neaxifî, berî heval di pêş de derbasî jor bû. Kûmandaya televîzyonê girt dest xwe, her kanalê televîzyonê dizivirand.
Wexta ku heval ket hundirê malê dayîka Sîsê û xwîşk û du birayên Sîsê li malê bûn. Beriya hemûyan dayîka Sîsê Zînê, bixêrhatina heval kir, bi hemû heza xwe destê heval guvaşt, paşê xwîşk û birayên Sîsê.
-Tu bi xêr hatî heval, tu çawan î?
-Sax bî. Hûn çawa ne, Zana û zarok çawan e?
Şêrên serê çiyan çawan e?
-Hemû vê gavê bê bela ne. Rewşa wan baş e.
-Gerîla her tiştekî me ne, dil û canê me ne.
-Sax bî. Hemû baş in. Zana jî derket derve, bêhneke din ê were.
Karekî wî hebû. Ji min re gotibû ez ê zû werim, eger kesî pirsa min kir, bila li mal, li bendî min bimîne…
-Ji xwe ez ê jî li bendî wî bimînim.
Zîn jineke gelek fêhman bû. Di heman demê de ji heval pirsî:
-Wek pirsgirêkeke te, derdekî te heye?
-Belê, derdekî min heye; lê belê ez çawa vebêjim, ez jî nizanim…
-Dostanî û hevaltî ji bo çi ye? Eger em bi hevdu re nebin alîkar, em ê çawa Kurdistanê rizgar bikin û gel jî azad bikin?
-Gotina te di cih de ye.
-Kerem bike, tu derdê xwe ji min re vebêje. Dibe ku em ji derdê te re bibin çare, heval…
-Ez ê, mala xwe biguherim. Ew mal êdî eşkere bûye. Lê perê min têrê nakin. Ew du kesên qaşo dostên me hebûn; ew ên ku bi bazirganiyê re mijûl dibin. Ez çûm cem wan, ew pereyên ku pêwîstiya min pê heyî min ji wan jî xwestin. Lê wan hem tu alîkarî nekirin, hem jî rûyê xwe li min badan. Gotin, “careke din neyê mala me!”
-Ew ên hîz û diz? Ew ên ku li ser pişta PKK’ê cuzdanên xwe dagirtine! Ew ên ku li civatan dibêjin; namûs jî tê de her tiştekî me ji bo Serok Apo, PKK û Kurdistanê ye?
-Belê; ew ên ku tên nasîn, xwîşka min Zînê….
Dê berdewam bike…..