ESSEN – Li dijî sîstema êşkence û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di navbera 11 û 16’ê Îlonê de wê li Elmanyayê bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê” ji bajarê Essenê heta bajarê Aachenê Meşa Dirêj bê li darxistin.
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj li ser mijarê daxuyaniyek da, daxuyanî wiha ye;
“Em ciwanên Kurd û enternasyonal di 10’ê Îlonê de li bajarê Essenê li hev kom dibin. 11’ê Îlonê em ê ji bajarê Essenê dest bi meşa xwe ya dirêj bikin. Piştî meşa ji 6 rojan di 16’ê Îlonê de em ê li bajarê Aachenê meşa xwe biqedînin. Ji bo meşa me ku tevî ciwanên Kurd wê gelek ciwanên enternasyonalîst jî beşdar bibin, me amadekariyên xwe qedandine û em li benda ciwanan e.
Rêber Apo 24 sal in di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de dîl tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî bi piştgiriya hêzên hevkar ên herêmî, dixwaze vê êşkenceya tecrîdê asayî bike, bi gelê Kurd bide qebûlkirin. Ji destpêka komploya navneteweyî û vir ve êşkenceya tecrîdê gav bi gav bi rêk û pêk tê meşandin. Mînaka vê yekê li devereke din a cîhanê nîne ku hewl didin têkiliya Rêber Apo bi cîhana derve re qut bikin.
Ji sala 2011’an û vir ve hevdîtina bi parêzeran re, ji sala 2015’an û vir ve jî hevdîtina malbatê û heyetan hatiye qedexekirin. Kiryarên ku li devereke din a cîhanê li girtiyan nayê ferzkirin, bi rengekî kêfî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Di heman dema desthilatdarîbûna rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst de li Îmraliyê rejîmeke êşkence û tecrîdê ya dûrî ji hiqûqê û bêexlaq hatiye afirandin, di serî de li Kurdistanê iştre jî li Tirkiyeyê hatiye belavkirin.”
Ji hingî ve ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. 16 meh in têkiliya Rêber Apo bi cîhana derve re bi temamî hatiye qutkirin, mafê hvedîtina bi parêzeran û malbatê re kuı mafên bingehîn e, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê desteserkirin. Êdî dem hatiye ku dawî li vê dîlgirtin û sîstema tecrîdê bê anîn, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Şirîkê herî mezin ê vê êşkenceyê dewlet û saziyên Ewropayê ne.
Dewletên Ewropayê ku qaşo parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê ne, li hemberî kiryarên nehiqûqî û faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê yên li zindanan, Kurdistanê û Tirkiyeyê bêdeng dimînin, bi vî rengî erê dikin û hevkariya xwe di her astê de bilind dikin.
Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê nabe ku em li hemberî vê bêdeng bimînin û qebûl bikin. Li ser vê bingehê çalakiya me ya Meşa Dirêj a navbera 11-16’ê Îlonê ya ji bajarê Essenê heta Aachenê, wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo pêk were. Em bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê dikin ku bi seferberî tevlî çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman.”
Dem û cihên Meşê
Kombûn:
* 10.09.2022
Am Freistein 50, 45141 Essen
Saet: 16:00
* 11.09.2022
ESSEN-DUISBURG
* 12.09.2022
DUISBURG-KREFELD
* 13.09.2022
DÜSSELDORF FLUGHAFEN-
DÜSSELDORF
* 14.09.2022
DÜSSELDORF BENRATH-
LEVERKUSEN
* 15.09.2022
LEVERKUSEN CHEMPARK-
KÖLN MÜLHEIM
* 16.09.2022
AACHEN
Ji bo wergirtina agahiya:
[email protected]