NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku di çalakiyên li Stenbol, Mêrsîn û Sakaryayê de 3 polîs birîndar bûne û kargehek û 12 wesayîtên luks hatine rewşekê ku nikare bê bikaranîn.
Di 6’ê Îlonê de li Taxa Hendek a Sakaryayê “Kargeheke kîmyayê û 4 wesayîtên luks ên ayîdê faşîstê AKP’yî yê bi navê Hakan Adalî hatin şewitandin.”
Li gorî daxuyaniyê, di 5’ê Îlonê de li navçeya Gulnar a Mêrsînê, “li taxa ku faşîstên AKP û MHP’ê lê dijîn, 8 wesayîtên luks hatin şewitandin, bi teqemeniyên destçêkirî li înternet kafeyê hat xistin û xisareke mezin çêbû.”
Însiyatîfê her wiha diyar kir ku di 5’ê Îlonê de li hemberî qereqola Buyukçekmeceya Stenbolê ji du baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û da zanîn ku destpêkê ji aliyê pişta qereqolê ve bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin lê hatiye xistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştre ji ber panîka li qereqolê û aloziya di nav wan de çêbû dema bera xwe dan milê pêşiya qereqolê, yekîneya duyemîn a çalakiyê kete dewrê û bi çekên ferdî û teqemeniyên destçêkirî li polîsên faşîst dan. Ji aliyê yekîneyên me ve hate diyarkirin ku di encama vê çalakiya serketî de 3 polîs bi giranî birîndar bûne.”
Hat diyarkirin ku ev çalakî ji bo tolhildana Hakan Arslan ê ku di berxwedana Sûrê de şehîd bû û 7 sal şûnde hestiyên wî di nava torbeyekê de radestî bavê wî kirin, hatine kirin.