NAVENDA NÛÇEYAN – Broşûra Xwerêveberiya Demokratîk ya ji aliyê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (şehîd Helmet) ve hatibû nivîsandin, niha jî bi zaravayê Hewramî hat werger kirin.
Projeya Xwerêveberiya Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêxistinî yên civak û pergala wê ye. Ev proje çavkaniya xwe ji hizr û ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire ku di 2 bergên parêznameyên xwe de bi berfirehî qala wê dike.
Ev broşûr ji aliyê “komîsyona wergerandina bi Hewramî” ve hatiye werger kirin û tê payîn ku di rojên pêşiya me de li hemû pirtûkxaneyên Başûrê Kurdistanê bigihîje ber destê xwendevanan.