RIHA – Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 550’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tevlî nebû, kurê wê Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe li “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” nobet girt.
Malbat li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Tu nirxa gotinên ku nekevin meriyetê nîn in. Li Rihayê edalet tenê wek peyv heye. Hûnê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn. Ji bo edaletê nobet di roja 550’yan de didome…”