NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir li Kampa Holê di pevçûna li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê de 2 şervanên wan şehîd bûye, bi daxuyaniyekê nasnameya wan herdu şehîdan eşkere kir.
Daxuyaniya ku QSD’ê daye wiha ye;
“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên me QSD’ê hemleyên xwe yên têkoşîna li dijî şaneyên veşartî û yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, berdewam dikin. Hemwextî wê jî bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didin û efsaneyên lehengî tên dinivîsin.
Hêzên me di qonaxa duyemîn a pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku 25’ê Tebaxa derbasbûyî ji bo misogerkirina ewlehiya Kampa Holê û ji bo têkbirina şaneyên rêxistina terorîst operasyonek dabû destpêkirin.
Duh bi şev jî dema komeke terorîst hewl da ji kampê birevin, hêzên me li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn terorîst dorpêç kir. Piştre terorîstan gule reşandin û şer derket, terorîstek hate kuştin û 6 terorîst hatin girtin.
Di heman demê de 2 şervanên me Raxib Samir Berxeş (Cesûr Xebat) û Ehmed Ebas El Mitêran (Udey Cinêdiye) şehîd bûn.
Şehîd ‘Cesûr Xebat’ di gelek eniyan de li dijî rêxistina DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk şer kir û tu carî di pêkanîna erka xwe de dudilî nebû.
Şervan ‘Udey Cinêdiye’ jî di hemû eniyan de li ber xwe da, moral û hêviyên hevalên xwe xurt dikir.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û hemû gel re dixwazin û soza xwe ya li hember şehîdên xwe dubare dikin ku em ê tola wan hilînin.
Nasnameyên her du şehîdan wiha ye;
Navê tevgerî: Cesûr Xebat
Nav û paşnav: Raxib Samir Berxeş
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Samir
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor 1999
Cih û dîroka şehadê: Kampa Holê 8’ê Îlona 2022
****
Nav û paşnav: Ehmed Ebas Mitêran
Navê dayikê: Enûd Dendel
Navê bav: Ebas
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 1997
Cih û dîroka şehadê: Kampa Holê 8’ê Îlona 2022”