NAVENDA NÛÇEYAN – Di xwezayê de tu tişt bi serê xwe nîn e. Her tişt bi hev ve girêdayî ye. Tekîliya di navbera beşên xwezayê de, têkîliyên sîmbiyotîk in. Têkîliyên sîmbiyotîk jî ew tekîliyên ku ji hevdu sûdê werdigirin e. Di xwezayê de her tişt li ser esasê têkîliya piştgiriyê, alîkariyê dimeşe. Eko-sîstemek heye û her tişt parçeyeke wê eko-sîstemê ye. Ji bo wê yekê jî piştgirî di her dera xwezayê de ye. Her tişt bi hevdû ve girêdayî ye û ev tişt ji teqîna mezin heya niha wisa tê. Em dîqet bikin, konfederalîzma demokratîk jî di heman demê de her tiştî bi hevdu ve girêdide. Çima girêdide, ji ber ku dizane eger girênede wê hêz dernekeve, wê ezezîtî û desthilatdarî derbikeve… Ji bo wê yekê jî di konfederalîzma demokratîk de bi qasî ku her yeke û her kes bi înîsiyatîf û serbixwe ye, di heman demê de ewqas jî bi hevdu ve girêdayî ye. Lewra biînîsiyatîf bûn û bi hevdu ve girêdayî bûn, du wesfên ku konfederalîzma demokratîk pêk tînin e. Tu bi hevdu ve girênedî, tu nikarî hêzê kom bikî. Em bêjin bila deh kanî biherikin, her kaniyek bi serê
xwe biçe baş e, yan hemû kanî bi hev re biherikin û di hewzekî de kom bibin baş e? Eşkere ye hewz baştir e. Vaye ew hewz ji bo mirovan civakîbûn e, rêxistin e… Pirengîniya civakê di konfederalîzma demokratîk de yekîtiya xwe ava dike. Mînak konfederalîzma demokratîk yek e, navê sîstemeke civakî ye. Ji bo Kurdan navê vê sîstemê KCK ye. KCK ew rengîniya ku di nava civakê de bi awayekî xwezayî heye, di nava xwe de dihewîne. Em dîqet bikin, yekîtiyek heye, lê yekîtiya çî ye, yekîtiya cûdahiyan e, pir reng e. Ew beşên civakê yên cur be cur li ser esasê hevdû temamkirinê, li ser esasê jiyana demokratîk û komunal yekîtiyekî ava dikin. Li ser van esasan konfederalîzma demokratîk tam jî li gorî xwezaya civakê ye. Xwezaya civakê ne yekparêz e, ne jî tenê ji çînan pêk te, pir reng e. Di navê de etnîsîteyên cuda, olên cuda, nasnameyên cuda, baweriyên cuda, cinsên cuda, komên cuda… hene, di cewher de jî her mirovek dewlemendiyek e, hebûneke birûmet e. Em dîqet bikin civak pir reng e. Va ye, konfederalîzma demokratîk ji ber ku mecalê xwe pratîzekirinê dide van beşan hemûyan tam jî li gorî xwezaya civakê ye. Xwezaya civakê ji ber ku tekparêz (monîst) nîn e, konfederalîzma demokratîk jî nikare tekparêz be. Ji bo vê yekê Rêbertiyê got ‘hegemonyaya herî xirab hegemonyaya îdeolojîk e.’ Û li dijî vê hegemonyayê sekinî. Hegemonyaya îdeolojîk tê maneya xwe ferzkirinê, her tişt di nava ‘yek’ê de helandinê… Em niha dijberî wî tiştî şer dikin. Çima, ji ber ku hebûn ne wisa ye, ev tişt ne normal e, ne xwezayî ye. Hebûn ji ber ku pir reng e, konfederalîzma demokratîk mecbûr e, pir reng be. Civak jî ancax dikare bi vê sîstemê bi her awayî derfetê xwe
îfade kirinê bibîne.
*Konfederalîzma Demokratîk Ne Utopya Ye*
Ji ber ku konfederalîzma demokratîk li gorî xwezaya civakê ye û civak jî heya astekî vê xwezayê rojane dijî, di heman demê de konfederaliizma demokratiik jî rojane tê jiyîn. Ev têgihîştin heye: ‘gelo wê konfederalîzma demokratîk kîngê bê?’ Civak tevî ku hatiye xirakirin, dîsa jî bi her awayî dev ji cewherê xwe bernedaye. Ji xwe civak ji cewherê xwe bi temamî qut bibe, wê demê mirovahî namîne, cureyê mirov ji holê radibe. Di roja me ya îro de tevî hemû qelsiyan jî beşên civakê bi hev re dijîn. Terzê jiyana civakê ji pir milan ve demokratîk e. Mînak ew cur be cur bûna civakê bi hev re dijî. Lê, ew cur be cur bûn nikare di sîstema netewe-dewletê de bijî. Ji ber ku netewe-dewlet reng, deng û hebûnên… cuda di nava ‘yek’î de dihelîne. Ji xwe ji ber vê yekê ye sîstemeke qirkirinê ye… Lê konfederalîzma demokratîk sîstema rengîniyê ye, di nava vê sîstemê de hemû cudahî dikarin bi rengê xwe bijîn… Ji wê civaka rengîn re tiştê pêwîst, mekanîzmayên ku tê de civak polîtîkayê bike ye. Ev jî konfederalîzma demokratîk e. Di dîrokê de li ku derê desthilatdarî hebû ye, li dijî wê di heman demê de berxwedan jî hebû ye. Lê berxwedêr hemû jî bi serê xwe ne, ji hevdu qut in. Lê, dewlet ji hevdu qut nîn in, dewlet di roja me ya îro de di asta împaratoriya cîhanî de bûne yek. Ewqas bi hevdu ve girêdayî ne û yek sîstem in. Îro hemû dewlet adeta zarokên DYE’yê ne. Lê beşên li derveyî dewletê tevî ku li her derê hene jî, sîstemeke cîhanî ava nekirine. Belave ne, hemû bi serê xwe ne. Dewlet hemû bûne yek, lê hêzên alternatîf hê jî nebûne yek. Ji bo vê yekê divê ew hêzên alternatîf jî hemû bibin yek. Divê nerazîbûn, refleks û berxwedana li dijî sîstema desthilatdar bê birêxistinkirin…Rêbertî ji bo wê got ‘tevgera demokrasiya cîhanî’. Tişta pêdivî pê heye ev e. Di vê noqteyê de asoya PKK’ê tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re sînordar nîn e. Asoya PKK’ê tenê bi Rojhilata Navîn re jî sînordar nîn e. Asoya PKK’ê di asta gerdûnê de tevdigere. Em bizanin ku dînamîk ji bo rêxistinkirina civakê û pêşxistina konfederalîzma demokratîk zêde zêde hene. Ji ber ku jiyan bi xwe qasî tê fêmkirin, an jî zenkirin dewletî nîn e; zêdetir komunal e, demokratîk e. Ji ber hîn jî civak heye. Cihê civak lê hebe li wê derê komunalbûn, exlaq û polîtîka… heye. Tenê bawerî divê…
Dê berdewam bike….