NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
-Wek serhildana Şêx Ubeydûllah.
-Belê kek Zana, gotina te ye. Serhildana fêx Ubeydûllah ji, di nav serhildanên gelê Kurd de serhldaneke bêhempa, bi nav û deng û sereke ye. Armanca wê serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî serxwebûn bû. Beriya ku bi ser bikeve, bi alîkariya împaratoriya Safawiyan ku bi împaratoriya Osmaniyan re kiribûn, dîl hate girtin. Împaratoriya Osmaniyan jî, Şêx Ubeydûllah sirgûnî Hîndîstanê kiribûn. Ez, bawer dikim ku fêx Ubeydûllah, li wê derê jiyana
xwe ji dest da..
-Belê, heval. Serhildana Şêx Ubeydullah ji femzînanê destpêkir. Tê zanîn ku femzînan warê bav û kalê min e. Hîn jî mirovên me, gundê me û zewiyên me li femzînanê ne.
-Ez dizanim kek Zana, femzînan warê we ye. Wexta ku heval bi Zana û Zîne re diaxifî, Sîsê qet nedisekinî. Sîsê yek caran diçû metbexê firax dişûştin; ji bo ku bala dê, bavê xwe û heval bikşîne ser xwe gelek deng ji firaxan derdixist. Yek caran firax li hev didan. Teqereq a firaxan nedihiçt ku dê û bavê Sîsê û heval ji axaftinên hevdu têbigihîjin. Sîsê, dest ji firax şûştinê berda, vê carê li bisîkletê siwar bû. Di cihê ku heval, dê û bavê wê lê rûnîştî de bi bisîkletê diçû û dihat, diçû û hat… Dê û bavê Sîsê ji ber rêzgirtina heval qet bi ser Sîsê de nediheytandin. Jixwe her du jî gelekî bêhnfireh bûn. Tu caran li zarokên xwe nediheytandin. Li wan nedidan. Yek caran dayîka Sîsê, yek caran jî bavê Sîsê jê re digotin:
-Keça min ûz (rû girtin) nebe. Heval aciz neke… Lê belê Sîsê heya ku heval, dê û bavê wê êdî dev ji axaftînê berdan û bi pê re mijûl bûn, hat li kêleka heval rûnişt. Bi heval re dest biaxaftinê kir. Wek yeka mezin dest bi axaftinê kir. Mirov digot qey Sîsê mezin bûye, paşê jî biçûk bûye:
-Heval bav û dayîka min pir xizmetê mezin kirine ji bo gerîlla. Carekê, beriya vê bi çend salan yekî ji nav refên gerîlla baz dabû. Bavê min bi taksiya xwe bi dû wî ket, ew girt û nehişt teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Ew girt, radestî hevalan kir. Wê wextê hêzên Îranê bi wê bûyêre hisiyabûn, reqemê plaka taksiya bavê min girtibûn. Bavê min, ew taksiya ku bi pênc milyon tumenî kirîbû bi milyonek tumen firot. Sîsê nedixwest ku tenê pesnê bavê xwe yan jî pesnê dayika xwe bide. Wexta ku pesnê bavê xwe dida piçtre jî pesnê dayîka xwe dida. Ji bo ku dilê wan ji Sisê nemîne, dilê xwe negirin.
-Heval, dayika min jî gelek caran tiştên teqemeniyê di bin kincên xwe de li canê xwe girê didan, ji bo hevalan dibirin. Carekê min bi çavên serê xwe dît; sê sed funye di bin fîstanê xwe de, li laşê xwe gire dan û ji bo gerîlayan bir çiyan.
-Sîsê, tu çend salî ye?
şeş, heval.
-Bi Farisî şeş çawa tê gotin?
-“Şaş” tê gotin heval.
Wexta ku heval û Sîsê diaxifîn, dê û bavê Sîsê jî axaftina wan bi baldarî guhdarî dikirin. Wexta ku axaftina Sîsê û heval bi dawî bû, dayika Sîsê dev li ken:
-Keça min tu şeş salî yî, ew ziqûmê ku baz da, ew ê ku bavê te bi dû ket, girt û paşê radestî hevalan kirî, bavê te jî ji neçarî taksiya xwe bi erzanî firot, berî niha bi heşt salan qewimî.
Sîsê, ji wê axaftina dayîka xwe xiçil bû, xwe ker û lal kir. Êdî, heya ku heval ji wan xatirê xwe xwest qet neaxifî.
Beriya ku heval xatirê xwe bixwaze Zana jê pirsî:
Heval ji bo te ji bo pêdivîyên te, çiqas tumen pêwîst in?
-Ez bawer dikim ku nêzî çar-pênc milyon tumenê min hene, sê milyonên din jî hebin dê tera pêdiviyên min bikin.
Zana çû ji mezelekî din dirav anîn, dan dest heval. Ji heval re got:
-Eger ku têrê nekir, were ez ê hinên din jî peyda bikim.
-Spas kek Zana.
Heval, yek bi yek destê hemûyan guvaşt, hinarikên rûyê Sîsê jî maç kir. Zana, Zîne û Sîsê heya ber deriyê hewşê heval bi rê kirin.
***
Heval ji mala Zana derket. Ewqas kêfxweş bû ku qet li taksiyê jî siwar nebû, wek bayê kur bi peyatî xwe avêt mala xwe. Di rê de qet li wêneyan, li mirovan û li wesaîtan jî temaşe nekir. Bi vî awahî xwe avêt mala xwe ya komunê; mala ku heval bi tena serê xwe lê dimîne…
Ji êvarî heya derengiya şevê li ber televîzyone ma. Heval helwesta Zana, Zînê û ew her du hîz û dizê ku di civatan de digotin, namûs ji tê de her tiştekî me ji bo Serok Apo, ji bo PKK û ji bo Kurdistanê gorî ye dida ber hev.
Heval wê şevê bê fikar nivist. Sibê tava rojê da pencerê xaniyê wî, ji xew hişyar bû. Jixwe wexta ku tava rojê deh panzdeh werîs bilind dibû, li pencera ku heval tê de dinivist dida. Ji ber vê yekê heval zû hişyar dibû. Piştî taştê dest bi kar û barê xwe yê rojane dikir. Bi piranî bi çev ji bo karên xwe yê rojane nexşeya xwe çedikir. Lê, wê rojê tu nexşe ji bo xwe nedanîbûn. Heval ji bo pereyên depozîto û kirê peyda kiribûn, pir kêfxweş bû. Di dilê xwe de digot, îro ez derkevim li nava bajêr bigerim. Heval gera li nava bajêr di dilê xwe de dibir û dianî ku, zenga telefona wî lê da:
-Silav heval tu çawa yî? Ez piştî çariyek din li nik te me.
-Ser seran, ser çavan Hecî
Dê berdewam bike……