ŞENGAL – Li gundê Behreva yê bajarokê Xanesorê yê Şengalê, wesayiteke YBŞ’ê ji aliyê balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ve hate bombe kirin.
Êrîş li cihekî nêzî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê pêk hat.
Hate ragihandin ku du caran êrîş li ser hev li wesayitê hatiye kirin. Tê payin ku YBŞ di nava rojê de daxuyaniyekê li ser mijarê bide.