NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kiriklarê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên bi navê Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên bi nexweşiyên giran ji 28’ê Tebaxê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Girtiyê li heman girtîgehê Veysî Şengîl bi nameyekê ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şandiye diyar kir ku 3 girtiyên din jî tevlî grevê bûne.
Hat ragihandin ku Behram Sagdikî, Mehmet Farûk Araz û girtiyê nexweş Îbrahîm Tîkan di 5’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kirine.
Şengîl di nameya xwe de wiha dibêje; “Ez baş dizanim ku hûn di bin şert û mercên dijwar de ne û her tim di bin zextan de ne. Divê ez bibêjim ku we li ser esasê mafên mirovan û rêgezên jiyana gerdûnî yên pêwîst têkoşînek mezin daye. Di çarçoveya van prensîban de dizanim ku we bi heman berpirsyarî û erkê bedelên vê dozê û fedekarî, ked û hewldan daye. Em di bin her şert û mercî de piştgiriya têkoşîna we ya ji bo mafên mirovan û têkoşîna we ya ji bo bidestxistina mafên xwezayî yên hemû mirovahiyê û ji bo baştirkirina kalîteya jiyanê dikin û xwedî lê derdikevin. Ez bawer dikim ku hûn ê di lêgerîna heqîqetê ya van rêgezên azadî û wekheviya demokratîk de serketinê bidest bixin.”
Di nameyê de binpêkirinên li girtîgehê wiha hatin vegotin:
“* Her çiqas di hefteyê de 10 saetan mafê werzişê û sohbetê heye jî, tenê 2 saetan didin her yekê.
* Divê girtî û mehkûmên ji heman dozê ji bo ewlehiyê di heman korîdorê de bin, weke berê em li gel komên cuda yên sûc di korîdor û blokan de dimînin. Ji ber vê pêkanînên tam keyfî yên rêveberiyê, em nikarin bi hevalên xwe re tevlî çalakiyên civakî bibin û ev jî ji bo me dibe sedema pirsgirêkek cidî ya ewlehiyê.
* Pêdiviyên me yên herî bingehîn ên mirovî nayên bicihanîn. Nivînên kevn, pîs û bêkêr têne dayin. Rayedarên girtîgehê dibêjin, ‘Dixwazin bigirin eve, lê ku naxwazin jî tune ye’.
* Xwarin pir kêm têne dayîn û kaloriya wan jî pir kêm in. Em têr proteîn nagirin. Hema bêje xwarinê bi qasê ku weke bi birçîbûnê terbiye bikin tê dayîn.
* Pêdiviyên paqijiyê nayên dayîn.
* Lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovahiyê li deriyên girtîgehê tên ferzkirin.
* Sewqên nexweşxaneya girtîgehê ya ji bo nexweşxaneyên ji derve yan pir dereng tê kirin an jî qet nayên kirin. Ji bo tenduristiya me tu girîngî nayê dayîn.”
Şengîl bang li hemû saziyên pêwendîdar kir ku gavekê bavêjin û diyar kir ku zext roj bi roj girantir dibin.
Name wiha bi dawî dibe: “Ji ber ku li gel hemû hewldanên me yên bi niyeta baş jî me niyetek baş nedît, hevalên me weke çareya dawî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ji îro û pê ve 3 hevalên din ên me di greva birçîbûnê de ne, bi giştî 6 hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Ger daxwazên me di demeke kin de neyên qebûlkirin, çalakiya me wê berdewam bike. Pêkanînên qedexekar û zextkar û tecrîdê yên rêveberiya girtîgehê me neçar kir ku vê çalakiyê lidar bixin û bi vê çalakiyê weke çareya dawî em bawer dikin ku bi îradeyek mezin û têkoşîneke berxwedanê ya bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyan e’ em ê bi ser bikevin.”