NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Navneda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku îro li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kir de îdiyaên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehîdxistina 12 şervanên wan derewand.
QSD’ê her wiha gotiye: “Wezareta Berevaniyê a dewleta Tirk a dagirker, li rojên 8, 9, 10 û 11’ê Îlonê daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her çar rojan de 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”