RIHA – Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 552’yemîn de berdawam dike. Malbat ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe di mala xwe ya li Pirsûsê de domand.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û ev peyam parve kir: “Tu hukmê axaftina bêyî kirin nîn e. Yên ku wijdana wan hene, rondikên dayikan hîs dikin.”