NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Pênûsa Gerîla…..
Nexşeya ku heval, di dilê xwe de ji xwe re danîbû, bi telefona Heciyê zikmeşk di ber dilê heval de mabû… Heval ji ber ku wê rojê Heciyê zikmeşk li pêşiya gera wî bibû asteng, gelekî ji Hecî bêzar bibû. Bêdil, li benda Heciyê zikmeşk ma… Hecî, hate mala heval. Piştî hal û xatirê hevdu pirsîn, gote heval; emê îro mala te biguherin.
-Mal li ku derê ye, Hecî?
-Li taxeke bi ewle ye.
-Depozîto çiqas e, Hecî?
-Pênc mîlyon tumen.
-Kirê çiqas e, Hecî?
Wexta ku Hecî, perê depozîto û kirê ji heval re gotin, êdî heval bêhna xwe berda… Ji bo ku perê heval têra depozîto û kirê dikirin.
-Em, biçin mala we ya nû. Eger ku tu pê qayîl bû, em ê perê xwediyê malê bidinê û îro jî tiştên we bikşînin mala nû…
-Baş e Hecî…
Heval û Hecî, ji bo Hecî mala nû nîşanî heval bide derketin derve. Jixwe mala nû nêzî mala kevn bû. Bi taksiyê di deh panzdeh xulekan de gihîştin mala nû. Mala nû ewqas mezin bû ku têra malbateke qelebalix dikir. Hewşa mala nû ewqas mezin bû ku mirov dikarîbû tê de fûtbolê bilîze. Di hewşê de, darê fêkiyên wek dara tû, hêjîr, xox û mêw ên tirî hebûn. Avahiya nû du qat bû. Rê di kêlekê re diborî. Tu kêmasiyên avahiyê tune bûn. Kalorîfer jî tê de, her tiştekî avahiyê hebû. Ji bo hevalê ku bi salan di nava şert û mercên giran de jîyayî re, ev avahî wek qesrekê bû. Hevalekî bi salan di kokê daran, di bin kevir û zinaran de yek caran jî di bin baranê de, bê betanî û bê parke û bi qetek naylon jîyayî re wek qesrekê dihat. Jiyana heval û jiyana hevalên wî, vê gavê di pêş çavên wî re wek fîlmekî diçû û dihat. Jiyana heval ku li Bakurê Kurdistanê, di nava bajaran de borî jî, jiyana wî ya şoreşgerî jî her li pêş çavên wî wek fîlmekî diborî…
Heval di nava van xem û xiyalan de dûr çibû; Heciyê zikmeşk, gotê:
-Ez bawer dikim tu çû çiyan cem hevalê xwe û tu vê gavê zivirî…
Heval dev bi li ken:
-Rast e Hecî. Hevalên li serê çiyan hatin bîra min…
-Em biçin mala we ya kevn, ez ê biçim karkeran jî bînim. Wexta ku karker hatin tu di mezelekî de rûnê, bila te nebînin… Heya ku ez bi wan re zivirîm, tu, tiştên ku em ligel xwe bibin, tiştên em radestî karkeran nekin amade bike, em ê ligel xwe bibin…
Heval û Heciyê zikmeşk, bi hevdu re ji mala nû derketin, berê xwe dan mala kevn a komunê… Hecî li ber deriyê malê, heval peya kir. Gote heval:
-Tu derbasî jor be… Ez ê, biçim karkeran bînim.
Hecî çû. Nêzîkî nîv saetê li nik xwe bi deh karkeran ve zivirî. Li zenga malê da. Heval derî jê re vekir û derbasî mezelê ku karker wî nebînin bû…
Karkeran di sê çar saetan de hemû tişt birin mala nû. Wexta ku karkeran tişt veguhestin mala nû, heval di mezelê ku xwe veşartî de qet neliviya. Piştî ku mal hate vala kirin, Heciyê zikmeşk hate cem heval:
-Me, hemû tiştên malê birin. Ez jî li gel karkeran, wexta tişt dibirin, her carekê çûm û hatim… Me, mala te jî raxist. Êdî, em tiştên ku li vir mayî jî biavêjin taksiyê û em jî biçin…
Heval û Hecî, rahiştin tiştên ku radestî karkeran nekirine; avêtin paçiya taksiyê… Heval, di kursiya pêş de rûnişt, wêneyê Serok Apo jî kir hembêza xwe… Hecî çend caran di bin çavan re li heval nihêrî û nihêrî, paşê jî ji heval pirs kir:
-Heval, ew çi ye? Te, bi hemû hêza xwe ew hembêz kiriye?
-Wêneyê Serokê me ye…
-Bixe ser kursiya dawiyê…
-Ez wisa nakim, Hecî. Em ji her aliyekî deyndarê Serokê xwe ne. Ger tiştên malê hemû jî wenda bibin, heta ku hemû jî bên dizîn, ji bo min jî ji bo hevalên min jî xem nake. Lê ev wêneyê Serokê me bikeve, bişke an jî wenda bibe wê wextê ez xwe efû nakim…
-Ez, bawer dikim ku tu jî wek hevalên xwe gelekî dilsozê Serokê xwe ye.
-Belê Hecî, ez dilsoziya xwe nikarim vebêjim…
-Heval tu dixwazî li kîjan mezelî wêneyê Serokê xwe deynî?
-Mezelê ku ez ê tê de bixebitim û di heman demê de jî tê de razêm.
-Baş e, ez ê bi te re bibim alîkar. Em wêneye Serokê we deynin cihê ku tu dixwazî.
Bi alîkariya Heciyê zikmeşk, heval wêneyê Serokê xwe danî cihê ku ew her tim bibîne. Ji bo ku heval bi tenê bû, ji bilî Zana û Zînê jî kesî din ên ku heval di rojên tengav û giran de bi wan bişewiriya hîna tune bûn; heval, di dilê xwe de xwe bi xwe digot:
-Bila her awirên Serok li ser min bin, da ku ez tu kemasiyan nekim…..
Dê berdewam bike…..