NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker û qirker ku di sala 1960’î de bi baweriya ku doza Kurd çewisandiye, deriyên xwe ji sîstema modernîteya kapîtalîst re vedike û wê derbasî Kurdistanê dike. Ew kapîtalîzma Tirkiyê ya ku girêdayî mêtîngeriya Emêrîkayê bi pêşxistî, îro krîza herî mezin jiyan dike. Ev li Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî zelal diyar dike ku rê li guhertinên antî-aborî vekiriye. Niha li Kurdistanê ji wê demê û şûnde heya roja îro, çêkera civakî, çandî, bîrdozî û aboriyê girêdayî qirkirina netewî û asîmlasyonê tê meşandin. Bi van rêbazan riyên bazarkirina Kurdistanê ji kapîtalîzmê re tê vekirin. Kesên ku ev li Kurdistanê û Tirkiyê dane pêşxistin, hinekî bi xwe re pevçûn û nakokî jî derxistî holê. Ev nakokî jî dibe sedem ku tevgerên nû yên bîrdozî û siyasî ku îdeolojiyên sosyalîzmê ji xwe re esas digirin bi pêşbikeve. Ev tevger li ser esasê rizgariya netewan û lêgerîna li demoqrasiyê bi pêşdikeve. Ev lêgerînên nû û livandinên demoqratîk yên netewa nû, bi xwe re li Kurdistanê jî tevgerên siyasî û bîrdozî bi pêşdixe.
Yek ji tevger û partiya herî girîng ku di dîroka gelê Kurd de, bûye xwedî taybetiyek cuda PKK’ê ye. Ya ku PKK’ê dike û dide jiyan kirin sîstemeke cûdayî, her sîstemeke dine. PKK’ê rastiya rêjîma qirker û faşîst rast dahorandin kiriye, û li ser vê esasê xeta berxwedanê ya gelê Kurd diyar kiriye. PKK’ê ji dema destpêkirina xwe de, li Bakurê Kurdistanê gelek destkeftiyên ku karîbûne nirxê civakê yê çandî û exlaqî biparêze bi dest xistî. Ev destkeftiyên ku PKK’ê bi dest xistî, ji bo dewleta netewe an jî dewleta qirker zemînên xetimandinê ava kir. Vê yekê jî dewleta Tirk asteng kir, dewleta Tirk şerê îdeolojî bi PKK’ê û Rêber Apo re kir bi ser neket, bi riya têkoşîna siyasî jî nikarîbû encam bigire. Di vê wateyê de PKK’ê tevgerekî berxwedana demoqratîkbûyîna Tirkiyê ye. Ew hewldana demoqratîkkirina Tirkiyê ya ku di salên 1971’an de Denîzan, Mahîran, Kaypakkayayan û Sînan Cemgîlan dabûn destpêkirin, PKK’ê weke tevger berdewamiya wê ye. Tapî ji bo ku şoreşger û kesayetên sosyalîst negihêjin vê armancê dewleta Tirk, li Tirkiyeyê li dijî şoreşgerên Kurd û Tirk dereyeke leşkerî li darxist.
Darbeya faşîst ya dewleta Tirk a qirker di dîroka 12’ê Îlona 1980’an de li dijî şoreşger û çepgerên sosyalîst pêk tê. Lê beriya ku ev darbe pêk were bi du salan her amadekarî tê kirin, wisa darbeyekî ji nişkê ve nîne. Kenan Evren jî dide diyar kirin ku wan di sala 1978’an de biryara derbeya leşkerî girtine. Dîsa li pişt bûyerên di navbera 75-80’an de saziyên dewletê û kontrgerîla hene. Ji ber wê mirov nikare bêje dewlet ketiye zorê û darbe li darxistiye. Yên rê ji generalan re û teşvîk dike û dide pêş, NATO û Amerîkane. Ev sazî, nûnertiya sermiyandariya navnetewî dikin. Her ku pêş dikevin mirov dikare bêje dibin sermiyandariya global jî. Pişt darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê, kapîtalîzma Tirk ya tekel, yanî yên kar bi dest û sermiyandariya tekel jî heye. Darbe, li ser parastina berjewendiyên wan sermiyandariyan hatiye pêkanîn.
Di 24’ê Çileya 1980’an de di bin rêveberiya Turgut Ozal de, biryarên berjewendiyên sermiyandariya tekel ya kar bi dest tên girtin û di destûra bingehîn de tên derxistin û bi cih kirin. Ji bo ku wan destûrên bingehîn bidin pêkanîn jî darbeya 12’ê Îlonê pêktînin. Ji bo ku biryarên di dîroka 24’ê Çileya 1980’an de derbasî jiyanê bikin, ancax rêveberiyekî leşkerî ya faşîst pêwîst dike. Wekî din jî ne bi darbeya 12’ê Îlonê tenê re dimîne, darbeya 12’ê Adara 1971’an jî, ji bo wê gavekî ya hatiye avêtine. Hîn beriya wê jî di 27’ê Gulana 1960’an de darbeya leşkerî, rêveberî demekî di destê leşkerî de dimîne, siyaseta sivîl paşve davêjin û gef lê dixwin. Sivilîzasyonê û demokratîkbûnê didin sekinandin. Ew yek, ji 1960’an ve destpêdike, heta pêvajoya pêkanîna 80’an berdewam dike. Bi taybetî jî dema tê destpêka salên 70’an, wê pirsa Tirkiyê bi kîjan alî ve here, wekî pirsekî rişt tê rojevê. Wê Tirkiye girêdayî bingehê leşkerî faşîst ya dîktaroriya olîgarşîk be, yan jî wê Tirkiye bê demokratîk kirin? Darbeya 12’ê Îlonê ji bo avakirina dîktatoriya leşkerî faşîst pêk were li dardixin. Ev darbe jî vedigire desthildariyê.
Tenê PKK’ê vê faşîzmê red dike û li berxwe dide. Yanê ya ku ev darbe vala derxistî û hêza wê pûç kirî, PKK’ê û pêşengên wê yên berxwedêrin. Herî kêm PKK’ê wekî muxalefet heyîna xwe daye berdewam kirin. Ji bo ku dewleta qirker ev îrade û rihê PKK’ê teslîm bigire, di destpêka sala 1981’an de çewisandin, îşkence li zindanan digihîne lûtkeyê. Li hember van çewisandin û kiryarên der mirovî berxwedaneke dîrokî bi pêş dikeve. Pêşengên PKK’ê yên weke Mazlûm Doganan ku teslîmiyet qebûl nekirin, bi gotina “Berxwedan Jiyane” canê xwe dan ber agir. Ferhatên ku îxanet nepijrandine bûn çirûskek ji agir, kemalên ku jiyana kole red kirine, di oxira jiyana azad de, canê xwe feda kirin. Mehmet Xeyrî Durmuş’ê ku binpêkirina mafan red kiriye, berxwedana bê dor û veger ya rojiya mirinê da destpêkirin.