REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Li Dijî Dagirkerî û Îxanetê, Werin Cenga Azadiyê” konferansa xwe ya yekemîn, li ser asta herêmên Rizgarkirî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî, li Navenda Çand û Hunera bajarê Reqayê, yekemîn konferansa xwe di bin dirûşmeya “li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” li darxistin. Destpêkê li ser navê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ehmed El-Cemîlî axivî û bi xêrhatina tevahî mêvan û beşdarvanan kir. Piştî axaftina bi xêrhatinê hate kirin, tevahî beşdarvan deqeyekê rêzgirtin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê sekinîn.
Piştre jî axaftina vekirinê ji aliyê Ferhad Hesen ve hate kirin. Ferhad di axaftina xwe debal kişand ser darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve, li ser gel û şoreşgerên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşxistî û got; “Di vê rojê de, bi taybet weke roja 12’ê Îlonê, roja darbeya faşîst ya dewleta Tirk a li ser tevahî gelan e. Li darxistina vê konferansê di rojeke wisa de, xwedî girîngiyekê ye. Di vê rojê de hewldan ku li ser îradeya azad ya gelan teslmiyetê ferz bikin. Armanca wan ew bû ku vê îradeyê bişkînin.”
Heman demê de Ferhad axaftina xwe domand û diyar kir ku hedefa yekemîn ya li darxistina vê darbeyê tunekirina ciwanan û rihê ciwantiyê ye û got; “Armanca sereke ji vê darbeyê ew bû ku, ciwanên xwedî îrade, ciwanên welatparêz û şoreşger tune bikin. Lê belê ciwanan, di şexsê Alî Çîçek de, ev darbeya faşîst û armancên wê vala derxist.
Her wiha Ferhad Hesen di axaftina xwe de girîngiya ciwanan ya di têkoşîna li dijî dagirkerî û îxanetê de anî ziman û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bê navber li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Û zêdekirina van êrîşên li ser herêmê, weke berdewamkirina darbeya 12’ê Îlonê nirxand.
Piştî ku Ferhad axaftina vekirinê kir, sînevîzyonek ku ji aliyê komîteya Ragihandinê ya ciwanan ve hatî amade kirin, hate temaşe kirin. Sînevîzyon li ser dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, û sûcên şer ê dewleta Tirk a dagirker ku li ser herêmê dike, hatibû amade kirin.
Konferansa ciwanan wê bi nîqaşan berdewam bike…