AMED – Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin, bi malbatên xwe re hevdîtin kirin û ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan ji bo 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin.
Girtiyan diyar kirin ku mafên wan ên spor, sohbet û qursan hatiye binpêkirin, bi awayekî keyfî berdanên bi şert hatine astengkirin, pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê yên weke lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev û cot kelemçe hene, kamerayên ku mahremiyetê tune dihesibînin hene, girtiyên nexweş nayên berdan, mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin, ji azadiya bawerî û îfadeyê re rêz nayê girtin, saetên hevdîtinê û telefonan tên sînordarkirin, şertên xwarineke bitendurist nînin, ji azadiya bawerî û îfadeyê re rêz nayê girtin, weşanên bi zimanê dayikê tên astengkirin, kotaya pirtûkan heye, bi cezayê dîsîplînê gef li wan tê xwarin. Girtiyan xwest ev pêkanîn bi dawî bibin.