NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Di serdema navîn de zewac, misoger ji bo serweriya siyasî ya zilam xurt bibe hatiye bikaranîn. Zilam jî weke amûra
bihêzkirina zext û mêtîngeriya çînî li zewacê nêriye. Divê mirov di avakirina malbatan de vê bibîne. Malbat, di nava dijwariya zext û mêtîngeriyê de ava bûye. Pêvajoya ji malbata dayîksalarî derbasî malbata baviksalarî dibe, xala ku berçav tê girtin hilberîna zêde û zilam gihandina desthilatiyek berfirehtire. Ango malbat, bi rêgezên pîroz, ol‟î yan jî evînî nehatiye sazkirin, misoger di nava sînorên hatî destnîşankirin de teşe girtiye. Ne ku ji ber fermana xweda ye û ne jî pêwîstiyek rêgeza evînê ya berze, malbat weke hatiye diyarkirin, misoger di çarçoveyek berjew endiyên
serdestiya zilam ên çors û hovane de pêş ketiye. Jin destpêkê dikariya hejmarek zêde zilaman re bijî, lê niha zilam bi hejmarek zêde jin re dijîn.
Ev jî pir vekiriye ku rastiyek bi pêvajoyên pêşketina civakî ve girêdayî ye. Weke tê dîtin, malbat ji destpêkê ve ne pêwendiyek bi rêgezên pîroz ve gihayî ye ku dest lê neyê dayîn. Dikare weke mijarek ku li gorî rewşa di nava pêşketinên çînayetî de hatiye diyarkirin bê nirxandin. Dema di destpêka vê de diyarkera vê jin bûye, paşê bûye zilam. Ecêba herî girîng a di serdema navîn de jî, di şerên xanedanî yan jî împaratorî de gelek caran ji vê saziyê sûd hatiye wergirtin. Xanedan tên pevgihandin, dema şahbûn tê mezinkirin hevpeyman jî li ser bingeha dayîn û sitandina jinê tên sazkirin. Hevpeymanên li ser bingeha dayîn û sitandina keçan hatine sazkirin, ji ber mêtîngerî û hêzdarbûn xurt kiriye, ev bi vê rewşê ve hêj zêdetir tê pêşxistin. Weke tê zanîn şêwaza têkîliya ku îro herî zêde ji aliyê qabîle û eşîretên li Kurdistanê ve esas tê girtin ev e. Çi di nava serdema koletî çi jî ya feodalî de dibe mirov nikare behsa çalekiyek ji bo jinê bike.
Berovajî vê rewşek windakirin, kûrbûna bêteşebûnê û tinebûna hinek serfiraziyên ku di pêşî de heyî jî tê jiyîn. Jina ku ji hêla çîna serdest ve ketiye haremê di nava pêwendiyên her du civakan de jî di nava dîlbûnek hejar de tê girtin, ji kesayeta wê pir tê dûrxistin, terkî karên herî hêsan hatiye kirin, çawa di nava civaka çînayetî de bindest ji sermayê hatibin dûrxistin, jin jî bi heman şêweyî ji sermaye, otorîta siyasî û karbidestiyê hatiye dûrxistin. Elbet ev dûrxistin ji her cure saziyên xebatên civakî pêk hatiye. Jina ku di nava qesr û malê de zêdetir hatiye girtin, piranî bi karên ne karbidest ve hatiye girêdan, pîvana qîmeta wê jî bi zarokên welidandî û mezinkirî ve diyar bûye. Çiqas kariye di nava malê de weke xemleke baş be û baş xwarinê çêke, karên wisa ve mijûl bibe, hingê behsa hebûna wê tê kirin. Cîhanek mezin a siyasî, sermaye û serdestiya li ser nirxan bi temamî rengê zilam teşe digire. Jin jî, bi destwerdana zilam a bi zanebûn ve di nava pêşketinên têkilhev ên xweber de zêdetir ji van tê dûrxistin. Her ku ji destê wan tê ber bi sînorên jêrîn ên civakê ve tê dehfdan. Bi dehfdanek bêsînor ve bi qasî dikarin ji zanistî, siyaset, hilberîn û heta xebatên ol‟î tê dûrxistin. Windakirina jinê yan jî lewazbûna wê ya di nava pêşketina civakî de, dûrkirina wê ya ji mafan, wisa teşe girtiye. Elbet zagonek vê nîne.
Zagona vê rehma zilam an jî qanûnên mêtîngeriyê ye. Bi heman şêweyî di nava zagonên civaka çînayetî yên pey wê de jî tine ye. Tişta pêş dikeve sînor, mêtîngeriya zêdetirîn, otorîteya zêdetirîn, heta dema hewce kir ji bo vê bê ku ti sedem bên destnîşankirin dawî li jiyana mirovan anîn û fêrkirina karê herî zehmete. Mirov bê ku hevjîn û xizman berçav bigirin li ser bingeha girêdana vî armancî giştî dikevin nava statûyekê. Bi rastî jî divê dîroka vê pir baş bê lêkolînkirin. Îro li Kurdistanê jin hêza xwe ya axaftinê bikar bîne, di diyarkirina otorîteya mezin a weke otorîteya siyasî de li gel vê dev jê berde hewldana wê bi şêweyek zanebûn pêş bikeve, ne gengaze ku wêrektiya van jî diyar bike. Her çendî ne di heman giraniyê de be, di rastiyê de li hemû qadên ku ev têkîliyên mêtîngerî lê tên jiyîn derbasdare.
Di roja me ya niha de her çendî jin di nava xebatên siyasî de cîh digire, heta dikarin bibin serokwezîr jî, di rastiyê de kirasek ji bowê hatiye dirûtin derbas nake. Mînak serokwezîra Îngilîz Margaret Thatcher bi navê “Demir Leydi” ji zilamên bê esil zêdetir gelo ji polîtîkayek zilamtî xirabtir sepandinê wêdetir çi dike? Ew amûrek dewletê ya ji sedî salan ve hatiye rûniştin û îro emperyalîzm jî dixwaze bi şêweyek herî xeter bikar bîne bi rêbazek dijberî xisletên jinê bikaranînê zêdetir tiştekê nake. Her çendî Şahbanoya Îngilîz weke piştevana jinê bê dîtin jî, rola wê ya bêteşebûna jinê de pir vekiriye. Ziraviya Îngilîz a ku ji ya tê dîtin zêdetir bêhna jinwariyê jê tê, îro zêde tiştekê pêşkêşî jinê nake. Zanebûna di bin nêzîkbûna Îngilîz de bi Thatcher re xwe gihandiye lutkeyê. Li vir şêweya herî pêşketî ya dek û dolabên qesrê xwe gihandiyê û jina ku derketî holê jî ji bilî jina nehîmdar a burjuva wêdetir ne tişteke. Li qesra Amman‟ê jî şahbanoyek eslê wê Îngilîz heye. Yeqîn dikim hinekê jî Şah Huseyîn fêrî xweşmêriya Îngilîz kirine. Heta qesrên Ereban bi vî rengî pêşxistina çanda Şah û Şahbanoyan, rastiya ku jina Îngilîz çiqas pêşve çûye dide diyarkirin! Li vir xirabûna jinê tê rapêçan û diyar dibe ku kirasek çiqas sexte hatiye berkirin.
Wê demê, ber bi berbanga şoreşên burjuva ve jin ji bilî bûna dek û dolabên xirab wêdetir pêşve neçûye. Di jêr de tam bûye sermayek kirîn û firotinê, di jor de jî tam Şahbano ye! Jinên ku weke otorîte mînak tên nîşandan, belê ev jinên qesran ên bibin mijarên komediyê ne. Jixwe hewce nake ku di vê mijarê de Ewrûpa mînak bê dayîn. Entrîkayên di qesrên Osmaniyan de mînakên herî nêz û zindî ne. Dema ku em bi serdema me ve tên ya girîng mirov di zanebûna vê rastiyê de be. Dema nêrîn tên kûrkirin, divê bi van pêşketinên dîrokî ve bêne destgirtin. Gelo şoreşên burjuva di vê mijarê de çi pêşve birine? Ji ber ku her şoreşa civakî eslê mirov gavek din pêşve dibe, li gorî feodalîzmê kapîtalîzm, li gorî malbata feodalî jî malbata burjuva pêşketîtire. Lewra li gorî jina di civaka feodal de jina burjuva pêşketîtire. Girêdayî vê rêgeza giştî di wexta berbanga kapîtalîzmê de temaya hatî bikaranîn jî jine. Burjuvajî hewl dide jina ku dixwaze di teorî û pratîkê de bi teşe bike, jin dibe mijara wêneyan, eserên hunerî û jiyana rojane. Di destê wî zilamê ku ji şêwaza têkîliyên feodalî têr bûyî de, ji cil û ber, por, heta şêwaza axaftina wê jinek nû tê avakirin. Elbet tişta di vir de rol dilîze ne tenê bêzarî ye.
Ji ber ku têkîliyên malbat û xanedanên feodalî li hember pêşketina burjuva astegiyê çêdikin. Lewra burjuvazî jî, neçare ku li dijî têkîliyên feodalî yên pêşiya pêşketina civaka nû de şerekê bide destpêkirin. Destpêkê de ev şer bi rastî jî di qada wêje û hunerê de pir xurt tê meşandin. Bi gelemperî ev şer bi teoriyên mafên mirovan û wekheviya di navbera kesan de hat meşandin, xalek vê jî veguherî maf û wekheviya jinê. Bes ne wekheviyek jinê ya giştî bû, azadiya malbata burjuva ya zêde destûra jiyana wê tine bû. Lewma divê çewtiyên di vê xalê de hatine kirin neyên paşguhkirin. Di berbanga civaka burjuva ya pêngavên xurt ên wêje û hunerê de mijara herî diyarker jine. Tîpa ku di van romanan de tê diyarkirin, hinekê jî tîpa ku li ser vîna xwe serwere û weke ku di asta pêkanîna daxwazên xwe de ye. Li ber çavan jin, ji heyberek hêsan zêdetir bûye hebûnek ku vîna wê heye, dikare li gor daxwazên xwe malbat saz bike û nêz bibe. Civaka Rojavayî (Ewrûpa) hinekê jî li ser van hatiye damezirandin. Lê divê mirov bal bidiyê, tevlîbûna jinê ya ji vê pêvajoyê re, nekariye ji tevlîbûnek helbestvanî derbas bike. Misoger serdestiya zilam dide jiyîn, di bin statûya ku bi dewsa wî hatiye diyarkirin ve tevlîbûnek li gorî romantîzma zilam guncav çêdibe.
Di nava şoreşên burjuva de xebatên jinê yên berfireh nayên dîtin. Her çendî di van pêvajoyan de hinek tîpên jin derketibin holê jî, tenê remz bûn. Tevlîbûna jinê ya ji şoreşên burjuva re, di çarçoveya xeta ku zilam di civaka nû de ji bo jinê dayî diyarkirin çêbûye. Mijarek ku hêjî di gelemperiya cîhanê de tê nîqaşkirin yek jê mafê jinê ye. Ev mijar pir hûrûkûr li Tirkiyê jî tê nîqaşkirin. Lê di rastiyê de jî têkîliyên girêdayî vînên yek alî hene. Di civaka burjuva de yê ku “bi navê jinê” ala têkoşînê hildayî zilame. Sedema vê jî, ji ber ku li pêş malbata eslî ya ku dixwaze nêz bibê têkîlî û kevneşopiyên feodalî dibin astengî ne. Jixwe li Tirkiyê jî Kemalîzmê bi navê hemû jinan al hildaye û behsa mafê hemûyan kiriye. Elbet di kapîtalîzmê de jin hinekê pêşve çûye û rêzdarî bidest xistiye. Bes bi qasî mirov bêje qet tine ye di nava xebatên civakî û siyasî de kême. Ew ne bi serê xwe ye, ancex dikare bi zilamê xwe re hebe. Jixwe jina ku tenê dikare bi zilamê xwe re hebe jî çiqas xwedî vîne divê bê nîqaş kirin.
Di nava civakên herî pêşketî de jî hêjî xwe dispêre saziyekê yan jî serdestiya zilam, an jî ancex dikare di bin serdestiyê de bimeşe. Sedema vê jî hêj hêza wê ya jiyanê tine ye. Ev di civaka me de bi şêweyek hêj girantir tê jiyîn. Di civaka me de derketina jinê ya derve hêjî bi destûrê dibe. Heta ku serdestiya zilam nebe, nikare beşdarî ti xebatî bibe, plan û pêşnûmeyan pêş bixe, ji ber ku pir ecêbe. Îro di civaka burjuva de jin, dervî hilberîna cidî û pêwendiyên siyasî weke amûrek reklamê di pir karan de cîh digire. Di nava xebatên moda, pêwendiyên lîstokan û fantaziyan de serwera vê qadê teqez jine. Burjuvaziyê cîhanek jinê ya berfireh saz kiriye û her kes jî li gorî vê hatiye amadekirin. Mijara ku ev cîhan çiqas a jinê ye di rastiyê de qet ne diyare. Ya rastî jin bi şêweyek pir ecêb tê bikaranîn. Statûyek nû ji jinê re hatiye dayîn. Ev xal di çanda Holywood a Emerîka de di lutkeya herî jorîn de tê jiyîn. Li Emerîka û bi gelemperî Rojava bi şêweyek herî xirabker dijî û di şêwazek herî xeternak de tê bikaranîn.