NAVENDA NÛÇEYAN – Em ji meclîsên taxan, bajarok û bajaran re dibêjin meclîsên civaka azad. “Meclîsên Civaka Azad, ji delegeyên ku li bajar, bajarok an jî taxa ku mijara gotinê ye bi hilbijartinê tên diyarkirin û nûnerên komun
û saziyên civaka sivîl û endamên şaredariyan ên demokrat ku di heman qadê de ne pêk tê. Cihê hilberîna polîtîka, guftûgokirina hemû pirsgirêkên wargehê û çareseriyê ye. Organa biryara hevbeş a niştecihiyan e. Sê mehan carekê dicive. Ji aliyê dîwana serokatiyê, ya ku wan di nava xwe de hilbijartî ve tê birêvebirin. Neçar e ku biryarên wê bi biryarên Kongra Gel û meclîsên gel re di nava ahengê de bin. Meclîsên Civaka Azad, ji bo pêkanîna biryarên xwe, rêveberiyên bajar, bajarok û taxan hildibijêre û xebatên wan dişopîne.” (Peymana KCK’ê). Ji ber li bajarok û bajaran nifûs zêde ye, gelo li wan deran demokrasiya rasterast çawa pêk tê? Tişta herî zêde divê em tê de hesas bin, demokrasiya rasterast e, nexwe demokrasiya me jî wê bibe demokrasiya temsîlî. Em Geverê ji xwe re bikin, mînak. Li hemû gundên Geverê divê komun ango meclîs bên avakirin. Dîsa di nava bajarok de divê li hemû kolanan de komun bên avakirin. Bi vî awayî li bajarok jî her kes dibe endamê komunê. Bi awayekî giştî jî kesek li derveyî rêxistinbûnê namîne. Piştre komunên gundan nûnerên xwe dişînin meclîsa bajarok. Di heman demê de komunên kolanan jî nûnerên xwe diyar dikin û dişînin meclîsa taxê. Îcar jî ji hemû taxan nûner ji bo
meclîsa bajarok diyar dibin. Di heman demê de nûnerên saziyên civakî û endamên demokrat ên meclîsa şaredariyê jî cihê xwe di meclîsa civaka azad de digirin. Bi vî awayî meclîsa bajarokê Gever’ê tê avakirin. Em bala xwe bidinê ji gundan heya bajarok her kes herî kêm di nava komunekê de cihê xwe digire. Vaye ev dibe demokrasiya rasterast. Bajarokên din ên Colemêrgê jî wek Geverê meclîsên xwe ava dikin. Di encamê de wek meclîsa jorîn jî Meclîsa Civaka Azad a Colemêrgê dadimezrînin. Ev meclîs jî dîsa ji nûnerên ku ji bajarokan
hatine, nûnerên ku xwe dispêrin rêxistinbûna bajêr bi xwe (ji kolanên bajêr heya hemû taxan komun û meclîs tên avakirin) û ji nûnerên saziyên civakî pêk tê. Ev meclîsa bajêr, ji her tiştê bajarê Colemêrgê berpirsiyar e û hewl dide hemû pirsgirêkên bajêr çareser bike. Ji bo vê jî nîqaşan bixwe dike, biryaran bixwe digire û ji nava xwe rêveberiyekî derdixe da ku van biryaran pêk bîne. Rêveberiyên Bajar, Bajarok û Taxan“Li gorî mezinahiya wargehan ji hejmareke endaman ku têrê bike ji aliyê meclîsên hemwelatiyên azad ve tê hilbijartin. Heke rêveberê herêmî yê wargeha mijara gotinê kesekî demokrat be, ew jî di nava rêveberiyê de cih digire. Organa meşandina karên demokratîk ên gelê li bajar, bajarok û taxa mijara gotinê ye. Biryarên Kongra Gel, Meclîsa Gel, Meclîsa Civaka Azad û giştînameyên Konseya Rêveber û rêveberiya Eyalet-Herêmê bi cih tîne. Di derbarê xebatên xwe de raporê pêşkêşî
rêveberiya Eyalet-Herêmê dike. Her wisa rapora xwe ya xebatê pêşkêşî komcivîna Meclîsa Civaka Azad dike.” (Peymana KCK’ê).
Dê berdewam bike…..