DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li ser banga Komalên Ciwan ya “Li Dijî Dagirkerî û Îxanetê, Werin Cenga Azadiyê” xebatên xwe rêxistin kirin û perwerdekirinê, di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de didomînin.
Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku di 17’ê Nîsanê de, êrîşî Herêmên Parastina Medyayê kirin e, heya roja îro jî êrîşên xwe yên hovane bê navber didomînin. Di heman demê de li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi îradeya ji pola, ji dema ketina wan heya niha bê navber çalakiyên bi bandor li dardixe û derbên giran li wan dide. Berxwedana ku gerîla dide meşandin, berxwedanekî dîrokî û destanên qehremaniyê yên nû ne. Dewleta Tirk a dagirker-qirker ku nikare li ber berxwedana gerîla li berxwe bide, û her roj diçe têkçûnên mezintir jiyan dike. Ji bo ku van têkçûyînên xwe ji raya giştî ya cîhanê veşêre, êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê zêde kir. Bi taybet li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ku li vê derê fikirên azad û netewa demoqratîk a Rêberê Gelan Abdulllah Ocalan serwer e.
Di van demên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker bi riya ajan û xayînin, li dijî gelê welatparêz, fermandar û şervanên azadiyê, li dijî jin û zarokan gelek êrîşên hovane û derveyî pîvanên mirovahiyê pêk anî. Di van êrîşan hejmareke zêde jin û zarok bûn qurbanî. Li ruxmî hemû êrîşan jî dîsa nikare encamê ku dixwaze bigire. Ji ber ku gelê herêmê xwe di xeta parastina rawa de perwerde kiriye. Berxwedana ku gelê Rojavayê Kurdistanê û tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê raber dikin, nîşaneya herî mezin ya serkeftinê ye. Tapî dewlet û hêzên desthilat qebûl nakin ku vîna gelan li ser hêza wan ya desthilat bi ser bikeve. Ji bo ku vê vîna azad tune bikin, hemû hêza xwe seferber dikin.
Li ser vê bingehê gelên Rojavayê Kurdistanê û tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet jî ciwan û jinên ciwan ên herêmê, ji bo ku van êrîşan vala derbixînin, xebatên xwe rêxistinkirinê ya di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dikin.
Têkildarî vê mijarê Ciwanên TEV-DEM’ê bi Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan re li bajarê Dêrîkê dewreyên perwerdê yên taybet girêdayî parastina cewherî vekirin.
Ciwanên Tevgera Civaka Demoqratîk ‘TEV-DEM’ li bajarê Dêrîkê, ji bo endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, perwerdeyeke taybet ya di çarçoveya parastina cewherî de, ku wê sê rojan dewam bike vekirin.
Ciwanên ku beşdarî dewreyê bûne nirîna xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku ev perwerde ji bo wan weke pêwîstiyeke jiyanî ye, divê her mirovek bizanibe xwe çawa ji êrîşên derve biparêze û gotin; Ger dema mirov bê parastin dimîne, mirov tune dibe. Em jî weke ciwan ji bo ku tune nebin, û armancê dagirkeran pêk neyînin, bi her awayî xwe perwerde û bi rêxistin dikin. Ji bo me parastin pêdiviyeke jiyanî ye, divê em ji her tiştî zêdetir parastina xwe bikin. Dema em xwe biparêzin, emê hebin.”
Her wiha komîsyona dersê jî destnîşan kir ku perwerde bi xwe tiştekî pir girînge, ger dema mirov xwe perwerde neke cahîl dibe, dema cahîl jî dibe dikeve her xefkê de û got; “Ji bo her ciwanekî tiştê ku di serî de esas bê girtin, xwe perwerde kirin e. Dema ciwan xwe perwerde bikin, dikarin pêşeroja civaka xwe ronî bikin, ji ber ku ciwan pêşengê vê civakê ne. Em jî hatine vê derê dersên parastina cewherî didin, ji bo ku dema şerek an jî rewşekî awarte çêbû, ciwan bê bersiv nemînin, yekser mûdaxale bikin.”
Perwerdeya ciwanan ya ku 20 endam tevlê bûne wê heya sê rojan dewam bike.
Dîsa di pêşengtiya ciwanên Tevgera Civaka Demoqratîk de, li bajarê Dêrîkê ji bo karkerên ku di febrîqa de kar dikin, dersên tendrustî û parastina cewherî hatin dayîn. Di vê derê de nêzî 25 ciwan tevlî perwerdê bûne, perwerde wê heya hefteyekê dewam bike, û bi awayekî vekiriye.
Ciwanên kedkar ku beşdarî perwerdê bûne gotin; “Em weke ciwan, raste em di febrîqeyan de kar dikin, lê belê parastina welat ji bo me hîna girîngtir e. Ji bo ku em karbin di welatê xwe de jiyan bikin, çi bê xwastin, emê wê bi hemû hêza xwe heya dawiyê pêk bînin. Emê di febrîqeyan de jî têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî û îxanetê ve bidomînin.”
Heman demê de komîsyona dersê jî diyar kir ku ciwan bi hezkirineke mezin beşdarî perwerdê dibin û dersê guhdar dikin û got; “Ciwanên ku li vê derê ked didin, ji bo parastina welatê xwe dikarin her tiştî bikin. Bi hezkirineke pir mezin guhdarî dersê dikin û hewl didin ku di demeke nêz de xwe di hemû aliyan de bi pêşbixînin.”
Ciwanên Kurd ji bo ku xwe perwerde bikin, berî her tiştî fikirên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo xwe esas werdigirn û di vê çarçoveyê de xwe bi pêş dixînin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya ku bû 24 salin, li Greva Îmraliyê, di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, ji bo tevahî gelên bindest û azadîxwaz hêviyeke nû ye. Xwedî derketin û hembêzkirina fikirên Rêber Apo ji her demê zêdetir bûye.
Li ser vê bingehê Meclîsa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk ‘PYD’ li gundewarên bajarê Dêrîkî basa gerok ya pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Meclîsa Ciwanan ya girêdayî PYD’ê li bajarê Dêrîkê, bi armanca belavkirina fikirên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li gundewarên bajarê Dêrîkê, basa pirtûkxaneya gerok dan destpêkirin. Pirtûkên Rêberê Gelan rastî eleqdariyek zêde ji aliyê ciwanan ve hat.
Di destpêkê de dema ciwan gihîştin gundê Rûbariyê bi deqeyeke rêzgirtin, ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi belavkirina pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kirin.
Di dema belavkirina pirtûkan de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin û ciwanan gotin; “Erka sereke ji bo me belavkirina fikir û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em çiqas bikin jî, em nikarin deynê xwe ya ji Rêber Apo re bidin. Rêber Apo ev bû 24 salin ji bo gelê bindest azad bike û mafê wan ya jiyanê bide destê wan têkoşîn dike. Divê em jî ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe mezin û zêde bikin.”
Belavkirina pirtûkan bi şahî û berzkirina siloganan bi dawî bû.